DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihişt 79'an
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku di meha Tebaxê de 2 rojnamevanên din jî hatine girtin û hejmara rojnamevanên girtî gihiştiye 79’an.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku di meha Tebaxê de 2 rojnamevanên din jî hatine girtin û hejmara rojnamevanên girtî gihiştiye 79’an.
DFG'ê rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a meha Tebaxê eşkere kir.
Di raporê de diyar kirin ku binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamevanan her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî raporê, meha derbasbûyî 11 êrîşên li dijî mafê jiyanê yê rojnamevanan hatine kirin, ser bi mala rojnamevanekî de girtin, 5 rojnamevan hatin destgîrkirin, 2 ji wan hatin girtin, li djî 5 rojnamevanen kiryarên xirap hatin kirin, gef li 8 rojmageran hate xwarin û 5 rojnamevan di dema şopandina nûçeyê de hat astengkirin.
DFG’ê her wiha li dijî rojnamevanên li girtîgehê 37 binpêkirinên mafan tespît kir. Di binpêkirinên di warê azadiya raman û îfadeyê de li dijî 4 rojnamevanan lêpirsîn û 4 derbarê 4 rojnamevanan de jî doz hat despêkirin, di derbarê 20 rojnamevanan de an doz hatin destpêkirin an jî darizandinên wan dewam kir.
Li gorî raporê, di meha Tebaxê de 2 rojnamger hatin girtin û pê re hejmara rojnamevanên girtî gihişt 79’an.
Di heman demê de Desteya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK), li 3 saziyên çapemeniyê re ceza birî, 22 weşanên çapemeniyê qedexe kir, cezayên pere da 5 weşanan, 3 saziyên weşanê jî hatin rawestandin.
Di meha Tebaxê de 4 malperên internetê hatin girtin, biryara qedexeya xwe gihandinê danî ser 115 nûçeyan, di medyaya dijîtal de qedexeya xwe gihandinê danî ser 4 naverokan.
DFG’ê destnîşan kir ku heta ku êriş û binpêkirininên li dijî rojnamevanan bi dawî nebin wê têkoşîna wan dewam bike û bang li rêxistinên çapemeniyê kir ku li dijî van kiryaran bi hevre têbikoşin.