Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê: Semra Guzel vîna gelê Kurd e!
Bi sedan kesên girtina bêhiqûqî ya Parlamentera HDP’ê protesto kirin, peyama, “HDP, ne aktorek a siyasî ya wisa ye ku hûn bikarin bi çend dek û dolaban tune bikin“ dan.
Bi sedan kesên girtina bêhiqûqî ya Parlamentera HDP’ê protesto kirin, peyama, “HDP, ne aktorek a siyasî ya wisa ye ku hûn bikarin bi çend dek û dolaban tune bikin“ dan.
Girtina bêhiqûqî ya Parlamentera HDP’ê Semra Guzelê bi pêşengiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê hat protestokirin.
Polîsan, dor li çalakiyê girt. Parlamenterên HDP’ê Mûsa Pîroglû, Garo Paylan û Alî Kenanoglû, Dayikên Aştiyê û rêxistinên jinan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Semra Guzel vîna gel e, dest nede vîna gel“, “Semra Guzel rûmeta me ye“ hatin hildan û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan“, “Semra Guzel rûmeta me ye“ û “HDP li ser piyane, hêvî li ser piyan e“ hatin berzkirin.
Destpêkê Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol axivî. Bîrol anî ziman ku ji zû de ye hewila şikandina bandora polîtîk a HDP’ê tê dayîn û destnîşan kir ku ew baş dizanin bi çi armancê li Parlamentera HDP’ê Semra Guzel dek û dolab tê danîn û got: “Jin, hêza guhertinê ya civakê ne, hêza temsîlkirina vîna gel in. Vê siyaseta li ser bêbandorkirina têkoşîna ji bo wekheviyê û azadiya jinan ava bûye, me duh red kir û em îro jî li ber xwe didin.“
‘SEMRA GUZEL ÎRADEYA GELÊ KURD E’
Bîrol bi bîr xist ku Semra Guzel siyasetmedarek a jin a Kurd û hekîm e û wiha pê de çû: “Semra Guzel îradeya gel e. Semra Guzel îradeya gelê Amedê ye. Hêza ji gel mezintir nîn e. Semra Guzel çi digot, digot bila şer û feqîrtî nebe. Semra Guzel çi digot? Digot bila jin di nîvê rê de nebin qurbanê şidetê. Semra Guzel çi dibêje? Bila li fabrîka û atolyeyan ked bi erzanî neyê firotin. Semra Guzel çi dibêje? Dibêje bila ev siyaseta ku dibe sedem dar, av, xak, çiya bên qirêjkirin û dewlemend jê sûdê digirin, li vî welatî nebe. Semra Guzel çi dibêje? Pêkan e ku Kurd wek gelek bi rûmet li ser heman xakê azad û wekhev bijî. Dibêje bila ev pêk bê. Di vê yekê de çi heye?
‘HDP JI WE RE TAETÊ NAKE’
Bîrol bal kişand ser wê yekê ku di lêpirsîna Semra Guzel de pirsên ku di dosyeya wê de nebûn, jê hatine kirin û got: “Ne Semra Guzel bi vê lîstika we dixape ne jî gel. Hûn nikarin bi çend agahiyên ku bi rojnameyên alîgir û bi zimanê propagandayê yê sê-çar rêz, vî civakê bixapînin. Êdî dev jê berdin, çênabe. Wê li vi welatî newekhevî bi dawî bibin. Wê li vî welatî her welatiyê ku li kolanê, wê bi ser bilindî bimeşe. Wê li vî welatî kes birçî nerazê.”
Bîrol bang li sazî, avahî û rayedaran kir û wiha got: “HDP ne aktorek a siyasî ye ku hûn bi du yan sê senaryoyan tune bikin. Bila her kes bizane ku em kom bi kom tên, hemû hesabên matematîkî yên tên kirin û hesabên faşîst em ê têk bibin. Bila carek a din hişê xwe bînin serê xwe. Xêra vê ji bo civaka ku bi 89 milyonan feqîrtiyê dijî û hewar dike, nîn e.”
‘EM Ê BAVÊJIN SER SERGO’
Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû jî bi bîr xist ku Semra Guzel parlamenterek e ku mafê wê yê parlamenteriyê heye û got: “Semra Guzel serî netewand û wê qet jî netewîne. Bila ew kesên ku hewil didin wek senarîstekê fîlmekê bi kamerayekê digerin û stûyê parlamentera me bitewînin, baş bizanin ku kesên siyaseta HDP’ê dikin, rûmeta xwe bi laşê xwe dihilgirin. Em qet stû li ber senaryoyên we natewînin.”