Heft partî û rêxistin li ber girtina Semra Guzel rabûn

HDP, EMEP, EHP, Halkevlerî, SMF, TÎP û TOP'ê diyar kir ku divê kes li hemberî kiryarên li dijî Semra Guzel hatiye kirin bêdeng nemîne.

Heft partî û rêxistinan daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, "Alîgirên ked, demokrasî û azadiyê nabe ku li hemberî kiryarên li dijî Semra Guzel bêdeng bimînin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em şêweyê destgîrkirina Semra Guzel ku parlamenter e û îradeya gelan e, rêbaza pêşkêşkirina ji çapemeniyê, zimanê dijminatiyê yê Wezîrê Karên Hundir red dikin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kelepçekirina wekîleke jin, kişandina porê wê, zexta ji bo serîtewandinê, nêzîkatiyek ji bo çavtirsandina muxalefetê û hêzên gel e û hate gotin, "Em bang li partiyên muxalefetê, raya giştî ya demokratîk dikin ku bêdeng nemînin, nebin hevparê sûcên desthilatdariyê."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em partî û rêxistinên ku mohra xwe li binê vê daxuyaniyê heye, van kiryarên li dijî Semra Guzel ti carî qebûl nakin. Li hemberî kiryarên antî demokratîk û bêhiqûqiyê, em ê xwedî li îradeya gel derkevin. Em ê kedê, demokrasiyê, azadiyê, aştî û edaletê biparêzin. Em ê bi hev re têkoşînê bimeşînin û bi hev re biguherînin."