Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Îskele ya Kadikoyê bi dirûşmeya "Şer windakirin, aştî biserketin e" çalakiyeke girseyî li dar xist. Hêzên kedê, karker, siyasetmedar, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan ên Nobeta Edaletê, Dayikên Şemiyê, nûnerên saziyên jinan, parêzer, parêzvanên mafên mirovan, jin, ciwan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên li ser "Jin jiyan azadî", "Jin jiyan aştî”, “Ne şer, ne dagirkerî, ne çek, ne polîtîkayên berfirehkirinê, aştî”, “Azadî ji Kurdan re, aştî ji Rojhilata Navîn re”, “Bimire şovenîzma neteweya serdest" nivîsandî hatin vekirin. Bi sedan kesên bi al û tilîliyên xwe li qadê kom bûn dirûşmeyên "Şer na, aştî", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" berz kirin.
ŞER MIRIN, AŞTÎ JIYAN E
Polîsan, bi bariyeran derdora qada ku çalakî lê hat lidarxistin girt. Qad bi gelek wesayîtên destgîrkirinê û TOMA'yan hat dorpêçkirin û li têketina qadê noqteyên lêgerînê hatin çêkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) xwestin li ber Îskeleya Emînonûyê kortejekê çêbikin. Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan ên Nobeta Edaletê û gelek jinan di korteja TJA'yê de, dowîzên li ser "Şer mirin û aştî jiyan e" û "Jin jiyan azadî" nivîsandî hilgirtin. Endamên TJA'yê yên ku polîsan destûr neda wan ku li ber îskeleyê bimeşin, hatin dorpêçkirin. Di vê navberê de dayik û jinan jî dirûşmeyên "Em dayik in, em aştîxwaz in" û "Aştî" berz kirin. Rojnamegerên ku dîmen digirtin jî ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û ji qadê hatin dûrxistin.
Piştre Dayika Aştiyê Zeynep Calihan û rojnamegera bi navê Zîlan jî di nav de 4 kes hatin derbkirin û polîsan ji paş de destên wan kelemçe kirin û ew destgîr kirin. Dema ku polîsan hewil dida bi darê zorê wan li wesayîtê siwar bikin, bi sedan kesên li qadê bi berzkirina dirûşmeyên "Dayik rûmeta me ne", "Bijî berxwedana dayikan" û "Jin jiyan azadî" bertek nîşanê destgîrkirinê dan.
'HEZAR SILAV LI ÎMRALIYÊ'
Girseya li qadê demeke dirêj li dijî "komkujî û êşkenceyên li girtîgehan" dirûşm berz kirin. Bi sedan kes bi dirûşmeya "Silav silav li hezar silavli Îmraliyê" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin. Her wiha girseyê ji bo Hakan Arslan ê ku 7 sal bi şûn de cenazeyê wî di kîsekî de radestî bavê wî hat kirin, dirûşmeyên "Hakan Arslan Nemir e" û "Şehîd Namirin" berz kirin.
‘DAYIK RÛMETA ME NE'
Li aliyê din girseya li qadê jî diyar kir ku heta dayik neyên wê çalakiyê li dar nexin û got: “Em destgîrkirina dayikên doza aştiyê dikin qebûl nakin.” Di vê navê de girseyê jî bêyî navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Bijî berxwedana dayikan", "Jin jiyan azadî", "AKP, wê hesab bide gel" berz kirin. Piştre bi sedan kesên li qadê ji bo kesên destgîrkirî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” ber bi Îskeleya Emînonuyê ve meşiyan.
HÛN DIBÊJIN QEY WÊ KURD BI KUŞTINÊ BIQEDIN?
Jineke ku li ber Îskeleya Emînonuyê alaya HDP'ê hilgirtibû jî bi îşkenceyê hat destgîrkirin. Paşê Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê jî di nav de nêzê 75 kes hatin destgîrkirin û destên wan ji paş ve hat kelemçekirin. Girseya li îskeleyê, bi çepik û diruşman bersiva kesên li ber cama wesayîta destgîrkirinê îşareta aştiyê kirin, da. Girseyê bertek nîşanê êrîş û êşkenceya polîsan da û got: ‘’Cenazeyên Kurdan, di qutiyan de didin wan. Ma ev insanetî ye? Hûn dibêjin qey wê Kurd bi kuştinê biqedin? Hun çi ji dayikên daxwaza aştiyê dikin, dixwazin? Bi gaza îsotê dest di rojnamegerên kêşan kirin de jî werdan.
Li qadê dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" û "AKP, wê hesab bide gel" hatin berzkirin. Girseyê destnîşan kir ku ew destgîrkirina Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan û nêzê 80 kesên din şermezar dike û ji ber vê wê daxuyaniyê nede. Girseyê çalakiya xwe bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana dayikan" û bi tilîliyan bi dawî kir.