Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş Polat, Yildirim û Firat çalakî hatin lidarxistin

Endamên ÎHD'ê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hatin ba hev û xwestin ku demildest girtiyên nexweş Fettah Yildirim, Saadet Firat û Ekîm Polat bên berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di hefteya 545’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin û dirûşme hatin berzkirin. Di çalakiyê de vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ê li Girtîgeha Denîzliyê girtî ye. Malbatên girtiyan û parêzvanên mafê mirovan tevlî çalakiyê bûn.

Ji Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergis Şahîn diyar kir ku li girtîgehan mafên girtiyan tên binpêkirin û ev krîza mirovî ye û bal kişand ser mirinên bi guman ên li girtÎgehan û di du hefteyên dawî de sê girtiyan jiyana xwe ji dest dane.

Şahîn bal kişand ser rewşa girtiyê Nexweş Ekîm Polat ê li girtîgeha Denîzliyê ragirtî ye û nexweşînên wek xerabûna lêdana dil, koah, helîna hestiyan, bêahengiya Akromegali û Hipofiz Hormonê ye û divê astengiya li pêşiya mafê tedawiyê bên rakirin û Ekîm Polat ji bo vê yekê 34 roj in di greva birçîbûnê de ye. Şahîn anî ziman ku tedawiya Polat hatiye astengkirin û ji ber ku wî muameleya xerab û îşkence qebûl nekiriye bi zext û muameleya xerab rûbirû maye. Şahîn da zanîn ku ji ber Polat îşkenceya li girtîgehê ji dozger re gotiye gardiyanan êrişî wî kiriye û ev du sal in sewqî Girtîgeha Denîzliyê hatiye kirin û tedawiya wî û sewqa wî ya nexweşxaneyê tê astengkirin. Şahîn xwest astengiya li pêşiya tedawiya Polat bê berdan û ew li benda vê yekê ye.

ÎZMÎR

Rêveberên ÎHD’a Îzmîrê jî ku ji du hefteyan carek balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 259’emîn de li ber Sumerbanka Kevn a Konakê çalaki lidar xist. Parêzvanên mafê mirovan tev li bûn. Vê hefteyê balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Fettah Yildirim ê ji Girtîgeha Şakranê sewqî Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa Y’yê kirine. Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek da zanîn ku Yildirim li benda tehliyeyê bû lê cezayê wî hat taloqkirin û berdana wî hatiye astengkirin. Çîçek got Yildirim nexweş e û li gel ducaran ji ber damarên xwe emeliyat bûye jî lê nexweşîna wî didome û xwest Yildirim tavilê bê berdan.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 417’emîn de li ber ÎHD’a Enqereyê çalakî li dar xist.

Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Saadet Firat a li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan tê ragirtin û rewşa wê her ku diçe girantir dibe. Pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût daxuyanî da û got Saadet Firat 55 salî ye û nexweşîna penceşêrê lê ketiye û lewma her roj ku diçe rweşa wê xedartir dibe. Turgut diyar kir ku tedawiya Firat tê astengkirin û tevî rewşa wê xedar e jî nayê berdan. Tûrgût xwest ku Firat bi awayek lezûbez bê berdan da ku tedawiya wê li derve li cem malbatê bê kirin.