Girtiyên bi nexweşiya giran 9 roj in di greva birçîbûnê de ne

Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş ên giran ên li Girtîgeha Kiriklarê di roja 9’an de ye. Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Denîzliyê di roja 36’an de berdewam dike.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a girtiyên bi nexweşiya giran a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Ewlekariya Bilind a Kiriklarê ku li dijî zêdebûna binpêkirinên mafan dane destpêkirin, di roja xwe ya 9’emîn de berdewam dike. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Îzmîrê diyar kir ku wê vê hefteyê careke din bi girtiyan re hevdîtinê pêk bînin.

Heyetek ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Îzmîrê pêk dihat, çûn serdana Girtîgeha Kiriklarê ya ku greva birçîbûnê lê berdewam dike.

DENÎZLÎ

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê bi nexweşiya giran Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê bi daxwaza mafê dermankirinê dabû destpêkirin di roja 36.’an de ye. Dayika Songul Îlker jî ku ji bo mafê kurê xwe yê tenduristiyê û daxwazên wî bêne cih, çalakiya rûniştinê li ber Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dabû destpêkirin di roja 28’an de berdewam kir.

Dayika Îlker anî ziman ku kurê wê rastî zext û êşkenceyê hatiye û got, “Ji ber ku mafê wê yê dermankirinê hatiye astengkirin, ketiye greva birçîbûnê. Ez dixwazim her kes dengê Ekîm bibihîze û bibe dengê wî da ku mafê dermankirina wî bê misogerkirin.”