ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
-Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda diyar kir qirkirina jinan ji mêran wêdetir rejîma şerekî taybet, çek û hişê şerê taybet e.
-DEM-NED’ê ji bo Festîvala Çanda Kurdan a Navneteweyî ya 30’emîn ku wê li bajarê Landgraaf a Hollandayê di 17’ê Îlonê de were kirin bang li her kesî kir ku bila bi ruhê berxwedanê yê Zapê, bi cil û rengên neteweyî tevlê bibin.
-Gerîlayên Botanê sînoran hildiweşîne û bi xeyala nêzî Rojê bibe dimeşe. Tu teknîk nikare îradeya mirov bide sekinandin. Ne artêşa Tirk a dagirker, ne kurmên darê û ne jî kesên rûmeta xwe bi pênc qiruşan didin firotin.
- Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Kampa Penaberan a Mexmûrê û Nexweşxaneya Fîzyoterapiyê ya Şehîd Viyan li hemberî ambargo û astengiyan jî derfetan ava dike. Ji ber baldarî û eleqeya wan kesên li derveyî kampê jî tên tedawî dibin.
-Dijberên şer pêşiya fabrîkeya çekan a Kraûss-Maffeî Wegman a li bajarê Kasselê ya Elmanyayê girtin û nehiştin li fabrîkeyê vardiya were guherandin.