Sancar bertek nîşanê polîtîkaya necezakirinê da
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku qetilkirina ciwanekî li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê, encama nêzîkatiya ewlehîparêz e û bertek nîşanê polîtîkaya necezakirinê da.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku qetilkirina ciwanekî li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê, encama nêzîkatiya ewlehîparêz e û bertek nîşanê polîtîkaya necezakirinê da.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, piştî mitînga aştiyê ya duh a li Silopiya ya Şirnexê derbazî Mêrdînê bû û li kolana dîrokî ya Mêrdînê serdana esnafan kir. Parlamenter û rêveberên HDP’ê jî bi Sancar re bûn. Sancar bi Erebî, Kurdî û Tirkî bi esnafan re sohbet kir û li ser meseleyên li bajêr axivîn.
Piştî serdanê Sancar axivî û bal kişand ser krîza aboriyê û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tengezariya aborî û debarê heye.
ENCAMA POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ
Sancar, bal kişand ser ciwanê bi navê Adem Kara yê li navçeya Midyada Mêrdînê ku ji aliyê polîsan ve hat kuştin û wiha got: “Bûyerên bi vî rengî her tim li herêmê diqewimin. Êrîşkirina polîsan û wesayîtên zirxî dibin sedema kuştina zarokan û heta kal û pîran. Ev kuştinên bi vî awayî, rasterast bi neçareserkirin pirsgirêka Kurd ve girêdayî ne. Ji ber ku li hember pirsgirêka Kurd hişmendiya ewlehîparêz heye. Polîs û leşkerên ku dikujin, di wê baweriyê de ne ku wê bêceza bên hiştin. Polîtîkaya bêcezahiştinê bûyerên bi vî rengî zêdetir dike. Em ê li her qadê van bûyeran bişopînin heta ku berpirsiyar bên darizandin û bûyer aşkere bibin.”