Parlamentera HDP’ê Semra Guzel hat destgîrkirin

Parlamentera HDP’ê Semra Guzel a ku di meclîsa Tirk de mafê wê yê destnedayînê hat rakirin, hat destgîrkirin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel a ku di meclîsa Tirk de mafê wê yê destnedayînê hat rakirin, li Stenbolê hat destgîrkirin.

Mafê destnedayînê yê Semra Guzel, li Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirk bi dengdayînan hat rakirin.

Dewleta Tirk, piştî ku mafê destnedayînê yê Guzelê rakir, bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” di der barê wê de biryara girtina wê hat dayîn.