Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan dîsa rakirin nexweşxaneyê

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ê ku ji ber nexweşiyên xwe û tevî rapora nikare di girtîgehê de bimîne dewleta Tirk wî bernade, careke din rakirin nexweşxaneyê.

Mehmet Emîn Ozkan ku di nav 38 girtiyên nexweş ên divê bên berdan de ye, tevî nexweşiyên, guatr, nexweşiya hestiyan, tansiyon, guatr a bijehr pê re heye, çavên wî baş nabînin, guhên wî giran bûne, hişê wî diçe û 10 nexweşiyên din pê re hene, di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê tê ragirtin. Malbata Ozkan diyar kir ku Ozkan ji ber di 2’ye Îlonê de nerihret bûye rakirinê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê, du rojan di beşa lênêrîna awarte de maye û niha jî di servîsa normal de tê dermankirin. Malbata wî bi lêv kir ku dema rakirin nexweşxaneyê destûra dîtinê nedanê û da zanîn ku dibe îro hev bibînin.  

Mehmet Emîn Ozkan ku ji ber îfadeya du îtirafkaran bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn, 27 sal in girtî ye. Ozkan, di girtîgehê de heya niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û ji xeynî vê bi dehan nexweşiyên wî hene. Ozkan ku nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne, kurê wî Ahmet Ozkan ê di qawîşa wî de alîkariya wî dike. Tevî ku rapora Ozkan a ‘nikarê di girtîgehe de bimîne’ heye jî Ozkan ji ber rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya 'dikare di girtîgehê de bimîne' nayê berdan.