ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Şerê li Zap, Metîna û Avaşînê ne tenê li çeper û tunelên berxwedanê qewimî. Di nava 4 meh û nîvan de li gelek baregeh, qereqol, helîkopter û wesayitên leşkerî yên dagirkeran hate xistin û dîmenên wan hatin kişandin.

- Agahiyan têkildarî birayê xwe, hevrêyê xwe Cûma werdigirim, "Serhildêr bû, bi coş bû, dev li ken bû. Bêtirs bû, bi hêvî bû, pêşeng bû. Ji çay a li ser êgir, ji gerandina govendê hez dikir." Piştre ji kovarê bi şehadeta wî hesiyam. Xwe li wê kovarê, wêneyekî wî û têkoşîna wî digirim.

- Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Edîbe Babûr kiryarên xerab ên li girtîgehan û grevên birçîbûnê yên li dijî êşkenceyê nirxand û banga hişyarî û berpirsyariyê kir.