Destê Semra Guzel ji paş ve kelepçe kirin, xwestin serê wê bitewînin

Polîsan ji paş ve destê parlementera HDP’ê Semra Guzel kelepçe kirin û ew sewqî edliyeyê kirin. Polîsan xwestin serê wê bitewînin lê Guzel li ber xwe da û serê xwe netewand.

Di meha Adarê de parêzbendiya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel hat rakirin û Guzel duh li Stenbolê hatibû destgîrkirinn. Guzel a ku biribûn Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ji bo ifadeyê sewqî Edliyeya Çaglayanê ya li Stenbolê hatiye kirin. Dozgerî berî ku îfadeya Guzel bigre wê ji bo kontrolkirina tenduristî birin nexweşxaneyê. Di dîmenan de hat dîtin ku 2 polîsên jin ku ketine milê Guzel û destê Guzel ji pişt ve hatiye kelepçekirin dibin û dixwazin serê Guzel bi destên xwe bitewînin. Di dîmenan de tê dîtin ku Guzel serê xwe natewîne.

Dema di derketina ji nexweşxaneyê de hat dîtin ku dîsa destê Guzel ji pişt ve hatiye kelepçekirin û wê bi lez û bez siwarî wesayîta polîsan dikin. Hat ditin ku polîsan dîsa xwestin serê Guzel bitewînin.