ROJEVA 2'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endama Koordînasyona KJK'ê Hêvî Nûda destnîşan kir ku gerîla bi ser dikeve, dewleta Tirk jî têk diçe, lewma çekên kîmyewî bi kar tîne. Hêvî Nûda got, divê bikaranîna çekên kîmyewî normal neyê dîtin.
- Gerîlayên YJA Starê ne tenê şer dikin, her wiha berdêlan didin û nirxan diafirînin. Zanin ku dîrokê dinivîsînin ku paşerojê diyar dikin. Bi vê têgihiştinê lê didin. Zanin ku li ku didin û çi qezenç dikin.
- Serokê Van ÇEVDER'ê Alî Kalçik qadên ji avahiyên dîrokî yên Kurd û Ermenan bi polîtîkayeke bi zanebûn têne wêrankirin.
- Hikumeta Polonyayê ragihand ku ji ber dagirkeriya Nazî ya dema Şerê Cîhanê ya Duyemîn û dagiriya pênc salan a li ser Polonyayê, wê 1.3 trîlyon dolar tazmînatê ji Elmanyayê bixwaze.