Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Mehmet Ocalan birayê Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, li gel Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê, ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin serlêdan kirin.
Serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û bi rêya serdozgeriyê jî serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hate dayin.
Parêzer ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin hefteyê du caran serlêdan dikin.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê wergirtin.