Olûç: Hûn ê çok danîna gelê Kurd nebînin

Serokparlamenterê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li ber Edliyeya ku Semra Guzel lê hatî girtin daxuyanî da, bertek nîşanî Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê da û got: “Hûn ê nebînin ku gelê Kurd çok tewandiye.”

Parlamentera HDP’ê Semra Guzel a ku mafê wê yê destnedayînê hat rakirin li Edliyeya Çaglayan a Stenbolê ya îfadeya wê lê hatî girtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Enqereyê hat kirin. Semra Guzel bi hinceta wêneyên ku di medyaya dîjîtal de hatin parvekirin, hat girtin.

Ji aliyê Serdozgeriya Komara Enqereyê ve têkildarî Semra Guzel lêpirsîn hatibû destpêkirin. Semra Guzel a ku duh li Stenbolê hat destîrkirin, bi Zanista Deng û Dîmen a Edliyeya Çaglayanê (SEGBÎS) ku îro hatibû sewqkirin, îfade da bû Dozgeriya Komara Enqereyê.

Serok Parlamenter Sarûhan Olûç bertek nîşanî girtina Guzel a derhiqûqî da û bi Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, Hevberdevka HDK’ê Cengîz Çîçek û parêzerên Semra Guzel re li ber edliyeyê daxuyanî da.

‘DEV JI VAN SENARYOYAN BERDE!’

Olûç diyar kir tevî ku ne roja dawî ya hefteyê ye ew ji siharê saet 11.30’an û vir ve li bendê tên hiştin û got: “Senaryoya ku em her tim dizanin, heta hewa tarî dibe biryarek ne girtin û dema hewa tarî jî bû biryara ku di rastiyê de berê hatibû amadekirin, dayîn. Yanî di holê de hiqûq nîne, darizandin nîne. Em hemû vê dizanin.”

Olûç ragihand ku wan Semra Guzel dîtiye û got ku rewşa Guzel baş e, bi morale û silav li gel kiriye.

Olûç bal kişand tevî ku niha zanîne Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatiye kirin, beriya çend saetan ji aliyê medyaya alîgir ve agahiya girtiyan Guzel hatiye weşandin û destnîşan kir ku Senoryoyek ku berê hatî amadekirin gav bi gav tê pêkanîn. Olûç bilêv kir ku Senarîstê herî mezin ê vê senaryoyê Wezîrê Karên Hundir Sûleyman Soylû ye û wiha got: “Soylû yê ku kamera amade kirî û erk dayî memûran, plan dikir ku stû li Semra Guzel bide tewandin. Çi çêbû? Semra Guzel stû tewand? Ne tewand. Tevî ku du polîsan zext li stûyê wê kirin, lê wê ew dîmen neda. Suleyman Soylû, binêre em ji bir car din ji ter dibêjin. Tu wê di emrê xwe de nebînî ku gelê Kurd û siyasetmedarên nûnertiya gelê Kurd dikin çok tewandiye. Ji ber vê yekê dest ji van senaryoyan berde.”

Olûç, îşaret bi wê yekê kir ku ew behsa Wezîrekî Karên Navxweyî yê bi têkiliya xwe bi mafyayê re heye dikin û bi bîr xist ku bi hemû firoşkarên madeyên û serekên mafyayê re wêneyên wî hene. Olûç, bal kişand bi ser wê yekê de ku Wezîrê Karên Navxweyî rol jî didize û wiha got: ‘’Ji ber ku rol didize, di daxuyaniya xwe ya duh da de, got ku parlamentera me Semra Guzel li Edîrneyê hatiye girtin. Em jî bi vê dizanin û yên ku ew ji wan rol didize jî pê dizanin.’’

PARÊZER ESKÎ: PIRSÊN NE DI FEZLEKEYAN DE HATIN PIRSÎN

Parêzerê Semra Guzelê Veysî Eskî jî bi bîr xist ku, bi şovê êşkence li muvekîla wê hatiye kirin û dest bi axaftina xwe kir. Eskî diyar kir ku ev dîmen ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirk ve hatine servîskirin û da zanîn ku ew ê gilî bike.

Eskî destnîşan kir ku dozger bi sedemên siyasî tevdigerin û bi bîr xist ku Guzel hêj jî parlamenter e. Eksî, anî ziman ku pirsên ne di derbarê her du fezlekeyên bûne hinceta lêpirsînê de jê hatine kirin û wiha axivî: ‘’Pirsên ne di fezlekeyan de tên pirsîn. Ji ber ku ew jî dizanin ku di her du fezlekeyan de tiştekî muvekîlê me pê bê sûcdarkirin nîn e. Piştî rakirina mafê wê yê destnedayînê hin îfade li dosyayê hatine zêdekirin. Me ji dozger re jî got. Me got, eger bi ya we sûcekî nû hatibe kirin, divê hûn fezlekeyek a nû di derbarê wê de amade bikin, hûn van pirsan encax bi vî awayî dikarin bikin. Lê Dozgerê Komarê, îtirazên me qebûl nekirin û ev pirs ji muvekîla min kirin. Ew jî dizanin ku bi çi sedemê tevdigerin û çi sûcan dikin. Ev biryara ku daraz bide, biryarek girêdayê cihekî ye. Bila xelk bibêje ku ew der ku der e.’’