Ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de heyetek çû serdana Girtîgeha Kiriklarê
HDP, ÎHD, OHD û Baroya Îzmîrê bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin û xwestin tecrîda li dijî girtiyan bê rakirin û daxwazên girtiyan bên bicihanîn.
HDP, ÎHD, OHD û Baroya Îzmîrê bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin û xwestin tecrîda li dijî girtiyan bê rakirin û daxwazên girtiyan bên bicihanîn.
Heyeteke ku nûnerên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Îzmîrê pêk dihat, serdana Girtîgeha Kiriklarê kirin.
Heyet têkîdarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kiriklarê diqewimin û derbarê greva birçûbûnê ku girtiyên nexweşên giran Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz dan destpêkirin, bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kirin.
Piştî hevdîtinê li pêş girtîgehê daxuyanî hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anîne.
Kemalbay, da zanîn ku di serdema AKP’ê de hejmara girtiyan 6 qat zêde bûye, ev rewş ji “polîtîkayên ewlekariyê” pêk tê.
ZÊDETIRÎ 600 GIRTIYÊN NEXWEŞ DI GIRTÎGEHAN DE NE
Kemalbay wiha dewam kir: “Li girtîgehan niha ji 600’an zêdetir girtiyên nexweş hene. Ji ber tiştên li Girtîgeha Kiriklarê diqewimin 3 girtiyên nexweş niha di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Biryarên lijneya çavdêrî û îdarî ku xwe têxe şûna dadgehê, betalkirina berdana girtiyan, yek tişta bêhiqûqî ye. Abdûllah Ece girtiyekî nexweş ê 73 salî bû. 2 caran tevî ku cezayê wî qediyabû lê nehat berdan û pişt re bi Kovîd-19’ê ket û di beşa lênerîna awarte de jiyana xwe ji dest da. Di 8 mehên dawî de 48 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Em dixwazin derketina darbestan a ji girtîgehê asteng bikin û binpêkirinên mafên mirovan ên diqewimin bidin sekinandin.”
Endamê Komîsyona Hiqûqê yê HDP’ê Alîşan Şahîn jî da zanîn ku ji bo alikariya çareseriyê bikin hevdîtin pêk anîne û wiha dewam kir: “Ji bo pêşî li pêkanînên şaş bigirin û ji raya giştî re ragihînin em li vir in. Şaşitiya bicihanîna biryarên ji siyasetê tên girtin, dibe sedem ku ev welat bikeve nava rojên xwe yên tarî. Tecrîda ku li ser rêzdar Abdullah Ocalan dest pê kir û li hemû girtîgehan pêk hat gihişt asta êşkenceyê. Girtîgehên ku nû hatine çêkirin, pirsgirêkan derdixînin holê ku mirovan tecrîd dikin. Ez ji vir bang li aliyên siyasî dikim ku li dijî van bûyeran bibin xwedî helwest.”