Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan di hefteya 24’emîn de ji bo Nobeta Edaletê bigirin, li Meydana Kartalê ya Stenbolê hatin ba hev. Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû û gelek kesan piştgirî da çalakiyê. Polîsan Meydan dorpêç kir û destûr nedan ku malbat daxuyanî bidin.
Polîsan biryara qedexeyê ya qeymeqamiyê kir hincet û êrîşî malbatan kirin û li hemberî rojnamevanan jî şîdet bi kar anîn. Polîsan destûr neda ku rojnamevan dîmen û wêneyan bigirin.
Polîsan êrîşî nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Elîf Baybûrt ku nûçe dişopand kirin, lêdan û destên wê ji paş ve kelemçe kirin û destgîr kirin. Baybûrt bi berzkirina dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bertek nîşanî polîsan da.
Polîsan tundî li nûçegihanê MA’yê Dogan Kavak ku nûçe dişopand, kirin û komek polîs li ser serê Kavak kom bûn û lêdan û milê wî bi paş ve xwar kirin.
Ji malbatên girtiyan Fînce Akman, Cemîle Çîftçî, Cemîle Karakaş, Kûmrî Akgul û Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Kartalê Aygul Sîncar jî di nav de nêzî 20 kesî hatin destgîrkirin.
Welatiyên li derdor bertek nîşanî êrîşa polîsan dan. Polîsan gefa destgîrkirinê li welatiyan jî xwar.
Parlamenter Alî Kenanoglû bertek nîşanî êrîş û destgîrkirinê da û helwesta polîsan şermezar kir. Kenanoglû got ku ew ê li hemberî van êrîşên polîsan serî netewînin û her tim li ser pêya bin û li dijî zilmê û neheqiyê têbikoşin.