Polîsan gefa kuştinê li Tanrikûlûyê HDP’yî xwar

Polîsên Tirk, endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Husamettîn Tanrikûlû destgîr kir û gefa kuştinê lê xwar. Parêzera wî Nagehan Avçîl da zanîn ku ew ji ewlehiya jiyana miwekîlê xwe bi fikar e.

Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Husamettîn Tanrikûlû duh di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daye destpêkirin de li navçeya Esenyurdê hat destgîrkirin. Tanrikûlû, li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê tê ragirtin.

Parêzer Nagehan Avçil a endama OHD’ê diyar kir ku polîsan gefa kuştinê li miwekîlê wî Husamettîn Tanrikulu yê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwariye. Avçil da zanîn ku polîsan ji miwekîlê wê re gotiye: “Tu derbikevî derve jî em ê te bikujin û bi gefa kuştinê re rû bi rû maye û ew ji ewlehiya canê miwekîlê xwe bi fikar e.“

 Avçil got ku ji ber biryara sînordarkirinê li ser dosyeya miwekîlê wî heye, naveroka dosyeyê û hinceta destgîrkirinê bi wan re nehatiye parvekirin û hê jî karûbarên destgîrkirinê li midûriyeta polîsan didomin û banga hestyariyê li raya giştî kir.