ROJANE
Hemû Nûçe
-
Êrîşên AKP'ê li Ewropayê hatin protestokirin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, êrîşên AKP'ê yên li hemberî Cizîr û Sûrê, bi çalakiyan protesto kirin. -
Vîrûsa Zîka li Ewropa û DYA belav dibe
Tê gotin, li Brezîlyayê bi qasî 500 hezar kes bi vîrûsê ketine. Li Kolombiyayê 14 hezar mirovên bi vê vîrûsê hatin tespîtkirin. Li DYA û gelek welatên Ewropayê jî vîrûs tê dîtin. -
Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bi meş û mîtîngê bi dawî bû
Çalakiya rûniştinê ya 3 rojan a li bajarê Fransa Strasboûrgê ji aliyê KCD-E ve hat organîzekirin, bi meş û mîtîngekê bi dawî bû. -
NAV-DEM'ê ji bo meşên navendî yên 30'ê Çileyê yên li Elmanyayê bang kir
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê, ji bo meşên li Berlîn, Koln, Frankfûrt û Stûttgartê yên li dijî dewleta Tirk, banga tevlîbûnê kir. -
Wêneyê hevalê xwe parve kir, bi 'propagandayê' hat sûcdarkirin
Teknîkerê rontgenê yê li nexweşxaneya dewletê ya li Rihayê Yaşar Çevîk, ji ber ku wêneyê hevalê xwe yê girtî di medya civakî de parve kir, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" bi fermana Walîtiya Rihayê ji kar hat derxistin. -
Turmen: Ji kesên birîndar ên jiyana xwe ji dest didin hikûmet berpirsiyar e
Turmen yek ji dadgerên berê yê DMME’yê ye, bertekên tund nişanî pêkanînên AKP’ê yên li Kurdistanê da û wiha got: “Li Tirkiye hiqûq nemaye. -
‘Divê PKK’e ji lîsteya terorê bê derxistin’
12. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li PE duh destpê kir dewam dike. Rûniştina yekemîn a konferasa îro bi mijara “Keşifkirina polîtîkayên nû û çareseriyên herêmî” dewam kir. -
Keştiya penaber tê de bû binav bû: 7 mirî
Li Derya Egeyê, ji ber binavbûna keştiyeke penaber tê debûn, 3 jê zarok 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
HRW: Bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin
HRW nerazîbûn nîşanê êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê da û diyar kir, ku siberoja Tirkiyeyê tarî dixuye. HRW xwest êrîşên li Kurdistanê bi dawî bibin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. -
Heyeta HDP'ê li Wezareta Karên Hundir disekine
Heyeta HDP'ê, li Wezareta Karên Hundir der barê rewşa birîndarên li Cizîrê de agahî da û niha li Wezaretê disekine. -
Kurdistaniyên li Elmanya û Norwêcê ji AKP'ê re gotin: Ji Kurdistanê bicehime!
Li Elmanya û Norwêcê, çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve li Kurdistanê tên kirin, dewam dikin. -
Operasyonên qirkirina siyasî: Hevşaredar jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin
Hevşaredarên Depê jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin. Li Şirnex û Êlihê jî binçavkirin û girtin hebûn. -
Kurdistaniyan li Stockholmê devê xwe bi bantê girtin û AKP protesto kirin
Li paytexta Swêd Stockholmê, Kurdan devê xwe bi bantê girê dan û polîtîkayên komkujiyê yên Tirkiyeyê şermezar kirin. -
Cenevre-3 ji niha ve dixitime
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, vexwendînameyên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji 4 nûnerên Kurd re bihatina şandin, di encama hewldanên Enqereyê de di kêliya dawî de nehatin şandin. -
Alî Kenanoglû: Xeta têkoşîna hevpar a Kurdan û Elewiyan dewlet tirsand!
Alî Kenanoglû da xuyakirin, ku xeta têkoşîna hevpar a Kurdan û Elewiyan di nava hikûmeta AKP'ê de rê li ber aciziyeke mezin vekiriye. -
Di dosya komkujiya Pirsûsê de cara yekemîn îfadeya şahidekî hat girtin
Derhêner Garîp Çelîk ê di kêliya dawî de ji komkujiya Pirsûsê rizgar bû û piştre dîmenên êrîşkarê bombeyî Şeyh Abdurrahman Alagoz ên di nava girseya gel de tespît kir, îfadeya wî hat girtin. -
Demîrtaş li PE axivî: Kurd ji nû ve derdikevin ser dika dîrokê
Konferansa Kurd a li PE dom dike, di rûniştina bi mijara “li Tirkiyeyê ji modelê ber bi pirsgirikê” de Cengîz Çandar, Prof. Davîd Romano, Prof. Sûsan Breaû, Parlamenterê PE Takîs Hadjîgeorgouî û hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivîn. -
Çalakiya li ber NY di roja 2. de ye: Nebe hevparê komkujiyê!
Çalakiya rûniştinê ya li ber Neteweyên Yekbûyî, di roja 2. de bi qîrîna dirûşmeyan didome. -
Sefîrê berê yê DYA'yî Galbraîth: Herî zêde mafê Kurdan e tevlî Cenevreyê bibin
Sefîrê Bilind ê berê yê DYA li Xirvatîstanê Peter Galbraîth di axaftina xwe ya li 12. Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê de got, "Herî zêde mafê Kurdan e tevlî Cenevreyê bibin. Ji ber ku yên li dijî terorîzmê şer kirin, ew in." -
Horta: Ez bi heyrantî têkoşîna gelê Kurd dişopînim
Konferansa "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" a li Parlamenta Ewropayê, bi axaftina vekirinê ya Seroka EUTTC Karîane Westrheîm û Seroka Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Gabî Zîmmer destpê kir. -
Polîsan zarokê 16 salî hem birîndar kirin hem jî kirin binçavan
Zarokê 16 salî A.Y.K. ê pêr bi şev li Edeneyê bi guleya polîsan ji lingê xwe birîndar bû, bêyî ku tedawiya wî ya li nexweşxaneyê biqede, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. -
Odabaşi yê mora xwe danî binê danezana 'Em ê nebin hevparê vî sûcî' ji kar hat derxistin
Hîndekarê Zanîngeha Îstanbûl Aydin Alk. Doç. Dr. Battal Odabaşi yê mora xwe danî binê "Em ê nebin hevparê vî sûcî" ji kar hat derxistin. -
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo karibin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Lavrov: Eger PYD tevlî civîna Cenevreyê nebe, civîn wê bêencam bimîne
Lavrov da xuyakirin, ku eger Kurd beşdar nebin wê civîna Cenevre-3 bêencam bimîne û diyar kir, ku tevî vê yekê jî ew ê biryara Neteweyên Yekbûyî veto nekin. -
Westrheîm: Projeya Kurdan dikare krîzan çareser bike
Seroka Komîteya Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTTC) Karîane Westrheîm destnîşan kir, ku rêbaza çareseriyê ya Kurd niha ji bo Rojhilata Navîn pêşniyar dikin, rêbaza bingehîn a çareseriyê ye.