ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Solothûrnê çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan destpê kir
Li Solothûrn ji bo protestokirina polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ê li hember taxên xwerêverberiyê çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan hat destpêkirin. -
Êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin
Li paytexta Fîlandiya Helsînkî, li bajarên Innsbrûck û Graz Kurdistanî daketin qadan, terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê protesto kirin. -
Li Essenê gerîlayên li Wanê hatin qetilkirin hatin bîranîn
Li bajarê Essen ê Elmanya 12 gerîlayên HPG’ê yên li Wanê hatin qetilkirin hatin bîranîn. Bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk meş hat lidarxistin. Bi heman armancê gel li Bochûmê jî meşiya. -
Ji bo girtiyên nexweş 3 bajar daketin kolanan
Li Stenbol, Îzmîr û Edenê di pêşengiya ÎHD'ê de parazvanên mafên mirovan ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş civiyan û bang li hikumeta AKP'ê kirin ku girtî demildest serbest werin berdan. -
Li Sydneyê ji bo Komara Mehabad û Kobanê aktîvîte
Li bajarê Sydney ê Avûstralya ji bo Komara Mahabad û Kobanê aktîvîte hat lidarxistin. -
Dadgerê DMME: Li hember Kurdan şerekî aşkera heye
Jean-Paûl Costa ku demek dirêj serokatî ji DMME re kiriye, wiha got: “Tiştên ku tên serê xebatkarên çapemeniyê û pêkanînên li herêma Kurdan hatiye asteke ku nayê qebûlkirin.” -
Li Balafirxaneya Marsîlyayê qetlîamên AKP’ê hat protestokirin
Li Marsîlyayê ciwanên Kurdistanî li balafirxaneyê kom bûn, xwerêveberî silav kirin û hikûmeta AKP’ê protesto kirin. -
Li Taksîmê li dij qetlîaman zincîra aştiyê
MAZLÛM-DER û Kuresel-Bak li Taksîmê xeleka aştiyê çêkirin. Daxuyaniyên di çalakiyê xwestin ku dawî li qetlîaman werin û banga muzakereyan hatin kirin. -
Dîlek Ocalan: Ji bo vê sedsalê bikin sedsala Kurdan li ber xwe bidin
Li Parîs, di aktivîteya Bazarcix û Elbîstaniyan de xwerêveberî hat silavkirin. Dîlek Ocalan a ku beşdarî aktivîteyê bûyî, banga xwedî li berxwedanê derkevin kir û li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bertek nîşan da. -
Li Melboûrne ji bo jinên şoreşger ên Kurd bîranîn
Li bajarê Melboûrne yê Avûstralya, bi organîzekirina Komaleya Jinên Kurd ji bo jinên şoreşger ên jiyana xwe ji dest dane aktîvîte hat lidarxistin. -
Penaberên jiyana xwe ji dest dane 39 kes in
Hejmara kesên ku di keştiyeke li Çanakkaleyê noqî avê bû de jiyana xwe ji dest dan bû 39 kes. -
Li Waîblîngenê panela 'Bakurê Kurdistanê'
Li Waîblîngenê, têkildarî komkujiyên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, panelek hat lidarxistin. -
Dayikên Şemiyê li ser navê dayikên Cizîrê çalakî lidar xistin
Dayikên Şemiyê di hefteya 566. de li Qada Galatasarayê kom bûn. Ji ber ku ev 7 hefte ne nikarin çalakiyê lidar bixin Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya vê hefteyê ji bo dayikên Cizîrê lidar xistin. -
Li Elmanya, Îngilîstan û Swêdê çalakî: Terorîst Tirkiye!
Li welatên Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyan û xwedîderketina li xwerêveberiyê dewam dikin. -
Çeteyên bi dewleta Tirk piştrast in, li Nîzîp û Dîlokê bi rehetî digerin
Çeteyên DAIŞ'ê yên li Cerablûsê cih li wan teng bûye, li Karkamiş-Nîzîp û bajarê Dîlokê bi dilrehetî ji xwe re digerin. -
Keştiya koçber tê de bû noqî avê bû: 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
Keştiyek penaber tê de bûn a ji Çanakkaleyê diçû Yewnanîstanê noqî avê bû. 5 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Paûl Mollac: Polîtîkaya welatên YE ya li ser Kurdan ji dil nîne
Parlamenterê EELV ê Rojavayê Fransayê bajarê Morbîhanê Paûl Mollac diyar kir, ku bi venexwendina Kurdan ji bo Cenevreyê re bêsamîmiyeta welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya bêdengiya li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê derketiye holê. -
Çalakiyên Kurdistaniyan ên li Ewropayê dewam dikin
Çalakiyên Kurdistanên ên ji bo şermezarkirina dewleta Tirk, li Ewropayê dewam dikin. Di çalakiyên li gelek navendan de bal hat kişandin ser komkujiyên li gelê Kurd tên kirin. -
Li Îzmîrê barîqat hatin danîn û şer diqewime!
Li Semta Yamanlar a navçeya Bayrakli ya Îzmîrê gel ji bo qetlîama li ser Kurdistanê raweste daket kolanan. -
Ji ciwanan çalakiyên bêîtaatî
Ji bo Cizîr û Sûrê, ciwanên Kurd ên li Ewropa çalakiyên bêîtaatiya sivîl li dar xistin. -
Hollanda wê di êrîşên hewayî yên li dijî DAIŞ’ê de cih bigire
Hikûmeta Hollandayê da xuyakirin ku li Sûriyeyê di êrîşên hewayî yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de wê cihê xwe bigire. -
DM’ê serlêdana tedbîrê ya ji bo Cizîrê red kir
Dadgeha Makezagonê daxwaza tedbîrê ya têkîldarî serlêdana ji bo binpêkirina mafê jiyanî ya li Cizîrê red kir. -
Napolî Ocalan welatiyê fahrî qebûl kir
Şardariya bajarê Napolî yê Îtalya, welatiya fahrî da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Meclîsa şaredariya Napolî, bi pêşniyara Şaredar Lûîgî de Magîstrîs biryar qebûl kir. -
Gelê Kurd li hemberî AKP’ê daketin kolanên Elmanya û Fransayê
Li hember qatlîamên AKP’ê li Ewropayê çalakî berdewam dikin. Di çalakiyên ku xwerêveberî tên silavkirin de, banga hestiyariyê li Ewropa hat kirin. Li Berlîn û Kolnê sibehê wê çalakî bên lidarxistin. -
Li Luksembûrgê dengê ‘Terorîst Tirkiye’ bilind bû
Kurdistanî û dostên wan ên li Luksembûrgê li pêşiya gara trenê hatin cem hev, êrîşên qirker ên AKP’ê protesto kirin.