ROJANE
Hemû Nûçe
-
Terora dewleta Tirk li Ewropayê tê şermezarkirin
Çalakiyên protestoyî yên li hemberî terora dewleta Tirk, li Ewropayê dewam dikin. Li bajarê Elmanya Munsterê meşeke girseyî hat lidarxistin. Greva birçîbûnê ya li Berlînê jî bi meşekê bi dawî bû. -
THÎV-ÎHD: Li Cizîrê dibe ku komkujiyeke nû ya Roboskî rû bide
Seroka THÎV'ê Fîncanci bal kişand ser birîndarên li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê li benda alîkariyê ne û destnîşan kir, ku divê sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl, pîşeyî û kedê mafê xizmeta tenduristiyê bi dengekî bilind bilêv bikin. -
Êrîşên dewleta Tirk li Adigeyê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê li dijî sivîlan dike, şermezar kirin. -
Gelê Ekvator ji Erdogan re got: Kujer, ji welatê me bicehime!
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê li Latîn Amerîka digere, li Ekvatorê hat protestokirin. -
Serokê ABF: Zîhniyeta Madimakê vê carê xwe li Cizîrê da der
Serokê Federasyona Elewî Bektaşî (ABF) Bakî Duzgun, êrîşa li taxa Cûdî ya ku 9 kesên di avahiyekê de ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan şiband komkujiya Madimakê û got, "Zîhniyeta Madimakê vê carê xwe li Cizîrê da der." -
Dewleta Tirk li 4 navendan hat protestokirin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê didomînin. -
Kurdan li Stockholmê AKP û YE şermezar kirin
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, bi xwepêşandanek li navenda bajêr re, êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê yên li hemberî berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin. -
Mirovên navdar ên cîhanê wê biçin Îmraliyê - TAYBET
Di salvegera 18. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, bi serokatiya Essa Moosa, wê heyetek ji 11 kesan a mirovên li cîhanê navdar biçin Îmraliyê. -
Çalakiya Cizîrê rastî êrîşa polîsan hat: 15 kes hatin binçavkirin
Daxuyaniya ku Koordînasyona Ked û Demokrasî ya Stenbolê bi armanca rizgarkirina birîndarên ku li jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê 13 roj in têkoşîna jiyanê didin hewl dan li Qada Galatasarayê bidin rastî êrîşa polîsan hat. -
PE qirkirina Êzîdiyan nas kir
Parlamentoya Ewropayê têkîldarî ji aliyê DAIŞ’ê li ser Êzîdiyan qirkirinek sîstematîk pêk hatiye de bi yekîtiya dengan ve biryar girt. -
Li Ewropayê hêrsa li hemberî AKP'ê mezin dibe
Li Parlamenta Fransayê, der barê komkujiyên AKP dike de civînek çapemeniyê hat lidarxistin. Li Elmanyayê jî çalakiyên protestoyî dewam kirin. -
Gelê Rihayê: Nêzîkatiya li Ocalan sedema şer û aştiyê ye
Gelê Rihayê destnîşan kir, nêzîkatiya li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan 'sedema şer û aştiyê ye' û xwest, tecrîda şidandî ya li ser Ocalan derhal bê rakirin û Ocalan azad bibe. -
Leşkerên Tirk li Başîka 3 sivîl qetil kirin
Li herêma Başîka ya Mûsilê, ji ber topbarana leşkerên Tirk li gundê Faziliyê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Bayik: Erdogan wê di şerê xwe yê kirêt de bifetise
Bayik daxuyaniyên Bulent Arinç nirxand û anî ziman, ku hevdîtinên dewleta Tirk ên bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re hem li Oslo hem jî li Îmraliyê, bi agahî, ferman û erêkirina Erdogan hatine kirin. -
Mahmût Çakir ê bi guleya polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Zarokê bi navê Mahmût Çakir ê di 31'ê Çileyê de di çalakiyên protestokirina dorpêç û êrîşên li Kurdistanê de bi guleya polîsan giran birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. -
Xebatên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Cerablûsê dewam dikin
Di destpêka Çileya 2016'an de Hêzên Çekdar ên Tirk, di bin navê milîtanên Artêşa Sûriyeya Azad de 1200 Tirkmenên çekdar li gundên Kubrî û Hirbe yên li xeta sînor a Cerablûsê bi cih kir. -
Ciwanên Kurd ên li Ewropayê xwedî li xwerêveberiyê derketin
Li Ewropayê, çalakiyên ciwanên Kurd ên ji bo xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê dewam dikin. -
HDP: Heta encam jê bê girtin, nerazîbûna me wê bidome
HDP'ê diyar kir, li 'jêrzemîna wehşetê' heft kesan jiyana xwe ji dest dane, birîndar li benda rizgarkirinê ne û berpirsyarên hikûmetê anî bîra wê. -
Balûken: Dolmabahçe jî di nav de haya Erdogan ji her tiştî hebû
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê Amedê Îdrîs Balûken ê di nava heyeta Îmraliyê de cih digire, polemîka 'Mutabaqata Dolmabahçeyê' ya di navbera Alîkarê berê yê Serokwezîr Bulent Arinç û Serokkkomar Erdogan de bi dawî kir. -
Li Marsîlya û Freîbûrgê çalakiyê protestoyî
Li bajarê Fransa Marsîlyayê û li bajarê Elmanya Freîbûrgê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta AKP'ê yên li Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin. -
Li Stenbolê 7 wesayît hatin şewitandin
Li navçeya Stenbolê Kagithaneyê, 7 wesayîtên parkkirî hatin şewitandin. -
Terora AKP'ê li Hambûrg û Mannheîmê hat protestokirin
Ciwanên Kurd li bajarên Elmanya Hambûrg û Manneheîmê, bi çalakiyên bêîteatiya sivîl re êrîşên dewleta AKP li Kurdistanê ji bo qirkirina gelê Kurd dike, şermezar kirin. -
Hovîtiya AKP'ê li Swêdê tê şermezarkirin
Kurdistaniyên ev 3 roj in li Meydana Storatorget a li navenda bajarê Helsînborg ê Swêdê di greva birçîbûnê de ne, duh bi xwepêşananekê re dawî li vê çalakiya xwe anîn. -
Li Amsterdamê çalakiya kon
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê bi armanca protestokirina qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê çalakiya kon a 3 rojan destpê kir. -
Sariyildiz ji bo NY nameya ‘jêrzamîna wehşetê’ şand
Sariyildiz têkîldarî ‘jêrzemîna wehşetê’ ya li Cizîrê ji NY re name şand, banga ‘mudaxeleyê’ kir.