Li Ewropayê hêrsa li hemberî AKP'ê mezin dibe
Li Parlamenta Fransayê, der barê komkujiyên AKP dike de civînek çapemeniyê hat lidarxistin. Li Elmanyayê jî çalakiyên protestoyî dewam kirin.
Li Parlamenta Fransayê, der barê komkujiyên AKP dike de civînek çapemeniyê hat lidarxistin. Li Elmanyayê jî çalakiyên protestoyî dewam kirin.
Li Parlamenta Fransayê, der barê komkujiyên AKP dike de civînek çapemeniyê hat lidarxistin. Li Elmanyayê jî çalakiyên protestoyî dewam kirin.
LI PARLAMENTA FRANSAYÊ CIVÎNA LI SER KOMKUJIYÊ
Li Parlamenta Fransayê bi pêşengiya Parlamenterên Keskan Sergîo Coronado û Noel Mamere, ji bo balkişandina ser bûyerên li Kurdistanê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civîna li salona konferansa çapemeniyê ya li avahiya parlamentê de Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) Cemîle Renklîçay, endamên Buroya Têkiliyên Deve ya CDK-F, endamên MRAP, Lîga Mafên Mirovan, Tevgera Aştiyê, Komeleya Piştgiriya Fransa Kurdistan, Parlamenterê Partiya Komunîst a Fransayê Françoîs Asensî, Parlamenterên Partiya Sosyalîst Gerand Bapt û Françoîs Pîpponî amade bûn.
CORONADO: NABE KU KURD BI TENÊ WERIN HIŞTIN
Parlamenter Coronado di destpêka civînê de axivî û anî ziman, ku ew dixwazin balê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê. Coronado diyar kir, ew ji bo drama heyî gotinekê nabîne pê pênase bike û got, "Heta niha 198 sivîl mirin; ji van 39 jê zarok, 29 jê jin, 27 jê mirovên di ser emrê 60 salî re ne. Ji 16'ê Tebaxê û vir re êrîş li hemberî Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Sûr û gelek bajarên Kurdan tên kirin. Li van herêman 1 mîlyon 3 hezar mirov dijîn. Nabe ku mirov li pêşberî vê rewşê bêdeng bin. Nabe ku Kurd bi tenê werin hiştin. Divê hêzên navneteweyî bikevin dewrê."
MAMERE: PÊWÎSTE DERHAL BIKEVIN NAVA TEVGERÊ
Parlamenter Mamere jî da zanîn, li her çar parçeyan êrîşên li dijî Kurdan dewam dikin, asta van êrîşan li Tirkiyeyê gelekî dijwar bûye û destnîşan kir, ku divê li hemberî vê rewşê derhal helwestek were nîşandan. Mamere diyar kir, nabe ku li mirina sivîlan bê temaşekirin. Parlamenterê Partiya Sosyalîst Gerand Bapt jî pêşniyar kir ku mîna koma bi pirsgirêka Fîlîstînê re eleqedar dibe, li parlamentê Koma Dostaniya bi Kurdan re were avakirin.
WÊ DEKLARASYON WERE AMADEKIRIN
Parlamenterên beşdarî civîna çapemeniyê bûne wê deklarasyonekê amade bikin û pêşkêşî parlamenteran bikin ji bo mora xwe deynin binî. Hat ragihandin, ku ev deklerasyon wê hem ji Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê hem jî ji Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê re were şandin.
LI HANNOVERÊ ÇALAKIYA XELEKA JI MIROVAN
Li bajarê Elmanya Hannoverê jî Kurdistanî û çepên Elman li dijî komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike, li ber HBF li hev civiyan. Di çalakiya ku bi sedan kes lê amade bûn de wêneyên Ocalan, alên PYD, YPG/YPJ, KJK hatin hildan û dirûşmên "Kujer Erdogan", Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî komkujiyan dan. Her wiha Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî ji ber ku serlêdana ji bo tedbîrê red kir, hat şermezarkirin. Çalakgeran berxwedana xwerêveberiyê silav kirin. Ji bo çalakiya roja Şemiyê saet di 14:00 a li meydana Steîntor jî banga tevlîbûnê hat kirin.
LI FRANKFÛRTÊ CIWANAN RADYO DAGIR KIRIN
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê jî, komek ji ciwanên Kurd ketin avahiyên mezintirîn qenala radyoyê ya eyaleta Hessenê FFH Hit Radio û Planet Radio. Bi qasî 30 ciwanên Kurd ên ji Frankfûrt, Russelsheîm û Darmstadtê beşdarî çalakiyê bûn. Ciwanan daxwaza hevdîtinê lir ayedaran kirin û di hevdîtina li vê derê de êrîşên AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd vegotin. Ciwanan ji rayedaran xwestin ku dengê Kurdan di radyoya xwe de bidin bihîstin. Çalakî piştî pêşkêşkirina dosyayeke li ser komkujiyan, bi dawî bû.
STÛTTGART
Endamên Ciwanên Azad ên li bajarê Elmanya Stûttgartê bi heman armancê li navenda bajêr meşiyan. Di çalakiyê de terora dewleta Tirk hat şermezarkirin. Ciwanan nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û xwestin Ocalan azad bibe.
HAMBÛRG
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, di roja nehemîn a greva birçîbûnê ya SKB'yiyan de, meşek ber bi parlamentê hat lidarxistin. Bi qasî 500 kes beşdarî meşê bûn.
Serdanên ji bo greva birçîbûnê jî dewam dikin. Tevî Ahmet Aslan gelek hunermend û Parlamentera HDP'ê Selma Irmak, Parlamenterê CHP'ê Fîkrî Saglar û gelek parlamenterên parlamenta herêmî çalakger ziyaret kirin.