ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo şermezarkirina komkujiya li Cizîrê balafirgeha Toronto hat dagirkirin
Kurdistaniyên li bajarê Kanada Torontoyê dijîn, li balafirgehê çalakiya rûniştinê pêk anîn. -
Li ber Konsolosxaneya Tirk a Frankfûrtê çalakiya protestoyî
Komkujiya dewleta AKP'ê li Cizîrê kir li Ewropayê bi awayekî girseyî tê protestokriin. Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, Kurdistanî û dostên wan ên bi komkujiyê hesiyan, li ber Konsolosxaneya Tirk çalakiya protestoyî pêk anîn. -
Ji çalakiya ‘Cizîrê’ ya li Kadikoyê re astengiya polîsan
Polîsan hewl dan çalakiya ji bo xwedîderketina berxwedanên Cizîr û Sûrê ya li Kadikoyê asteng bikin. -
Polîsan nehiştin HDP daxuyaniyê bide çapemeniyê
Herêma 1. a Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Stenbolê, bi armanca şermezarkirina êrîşên li Cizîr û Sûrê û ji bo silavkirina berxwedana gel xwest li Îskeleya Kadikoyê daxuyaniyê bide çapemeniyê, lê polîsan nehiştin. -
Li her devera Ewropayê çalakiyên ji bo xwedîderketina li xwerêveberiyê
Li bajarên Ewropayê, çalakiyên bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi fermana AKP û Tayyîp Erdogan li Bakurê Kurdistanê dikin, didomin. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin. -
Di kombûna ciwanan a li Voralberg de şoreşa Rojava hat nirxandin
Li bajarê Awûstûrya Voarlbergê, ciwanan dewleta Tir protesto kirin. Di kombûna ciwanan de şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî hat nirxandin. -
TAYAD, wê 30. salvegera damezrandina xwe pîroz bike
Serokê Desteya Rêveber a TAYAD'ê Fahrettîn Keskîn û endama TAYAD'ê Naîme Emlîk Kara destnîşan kirin, ku di rewşa heyî de Tirkiye bi temamî veguheriye girtîgeha bi tîpa F. -
Dewlet ji bo êrîşî Hezexê bike amadekariyan dike: Ji mamosteyan re mesaja 'derkevin' şand
Mesaja ku dewletê berî dest bi êrîşên xwe bike ji mamosteyên li Cizîr û Silopiyayê re şand, niha jî ji mamosteyên li Hezexê re hat şandin. -
Li Swêdê çalakiyên dengderxistinê û xwepêşandanên protestokirina AKP'ê
Li bajarên Swêd Stockholm û Goteborgê, jinên Kurd, Tirk û Elewî, ji bo operasyonên AKP'ê yên qirkirinê bi dawî bibin û birîndarên li jêrzemînên avahiyên li Cizîrê asê man e bên rizgarkirin, çalakî lidar xistin. -
Êrîşên dewleta Tirk ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tên protestokirin. -
Kurd û dostên wan ên li Kopenhagenê daketin kolanan: Terorîst Tirkiye!
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê hat şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîr û gelemperiya Kurdistanê hat silavkirin. -
Dayikên Şemiyê ji Davûtoglû re gotin: Hûn ê nikaribin gelê Kurd biçewisînin!
"Ev ne plana 'master' plana çewisandina Kurdan e. Hûn dixwazin gelê Kurd biçewîsinin û daxwazên xwe pêk bînin. Lê, hûn ê bi ser nekevin. Çima di plana we de li ser mafên mirovan madeyek tine ye." -
Konseya Federal û Neteweyî ya Swîsreyê banga ‘mudaxeleya lezgîn’ ji bo Cizîrê kir
12 parlamenterên ji endamên Konseya Federal û Konseya Neteweyî ya Swîsreyê ji bo bûyerên li Bakurê Kurdistanê banga mudaxeleya lezgîn kirin. -
Li Frankfûrtê ji bo azadiya Ocalan û xwerêveberiyê meşa dirêj tê lidarxistin
Li Frankfûrtê, wê komploya navneteweyî, tecrîda li ser Ocalan û êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd tên kirin, werin protestokirin. -
Greva birçîbûnê ya wekîlên HDP'yî ya ji ber 'jêrzemîna wehşetê' didome
Greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP'ê, ku ji bo wergirtina birîndar û cenazeyên li jêrzemîna wehşetê hat destpêkirin, dewam dike. Grev ji aliyê koma 4. a parlamenteran ve dewr hat girtin. -
Li dijî komploya 15'ê Sibatê û AKP'ê wê li Hannoverê meşek dirêj bê lidarxistin
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, wê bi meşeke dirêj Komploya Navneteweyî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelan hat kirin, bê protestokirin. -
Li Wan, Agirî û Erzîromê operasyonên qirkirina siyasî
Hevserokê DBP'ê yê Elbakê Senar Yeşîlirmak ji mala xwe hat binçavkirin. Li Erzîromê 3 endamên ÎHD'ê, li Agirî jî kesek hatin girtin. -
Lîvh: Gelê Kurd ê li Bakur li ber xwe dide bi tenê nîne
Seroka Forûma Çep a Navneteweyî Ann-Margarethe Lîvh, bêdengiya Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk li gelê Kurd dike, weke cihê şermê pênase kir. -
Ji bo protestokirina AKP'ê li gara trenê ya Malmo çalakiya rûniştinê pêk hat
Li gara trenê ya Malmo duh piştî nîvro çalakiya rûniştinê pêk hat. Di çalakiyê de terora AKP'ê ya li Kurdistanê hat şermerzarkirin. -
NCDK a Hannoverê lokaleke nû ji xwe re vekir
Li bajarê Elmanya Hannoverê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCKD) bi merasîmeke fermî lokala nû vekir. -
Dewleta Tirk li 7 navendan hat şermerzarkirin
Li bajarên Fransa Bordeaûx, Lyon û Nîce, li bajarê Awûstûrya Înnsbrûck, li bajarên Elmanya Bonn û Bremen, li bajarê Hollanda Amsterdamê, terora dewleta Tirk a li gelê Kurd dike, bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin. -
Li Viyanayê panela xwerêveberiyê
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi serenavê “Xwerêveberiyên li Kurdistanê û şerê Tirkiyeyê yê li dijî Kurdan” panel hat lidarxistin. -
Kurdistaniyan li Montpellîerê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kurdistaniyên li bajarê Fransa Montpellîerê dijîn, bi armanca şermerzarkirina êrîşên dewleta Tirk dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Li Baselê ji bo 3 rojan greva birçîbûnê destpê kir
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Cizîr, Sûr û tevahiya Bakurê Kurdistanê, li bajarê Swîsre Baselê ji bo 3 rojan greva birçîbûnê destpê kir. -
Navenda NY a li Viyanayê hat dagirkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, avahiya Navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) a Viyanayê hat dagirkirin.