Li dijî komploya 15'ê Sibatê û AKP'ê wê li Hannoverê meşek dirêj bê lidarxistin

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, wê bi meşeke dirêj Komploya Navneteweyî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelan hat kirin, bê protestokirin.

Kurdên li Hannoverê dijîn, wê komploya 15'ê Sibatê ya li hemberî Ocalan bi meşeke dirêj protesto bikin. Di çalakiyê de wê berxwedana xwerêveberiyan jî bê silavkirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn xwe amade dikin ku Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê di salvegera 17. de bi çalakiyên girseyî protesto bikin. Li bajarê Hannoverê wê bi dirûşma "Em ji bo azadiya Serok Apo bimeşin, ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" meşek dirêj were lidarxistin.

Komîteya Amadekar li ser çalakiyê daxuyaniyek weşand û ji bo meşa 10-11'ê Sibatê ya li Hannoverê banga tevlîbûnê kir.

Dİ daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di salvegera 17. a komploya 15'ê Sibatê de jî hînê komploker ji armancên xwe venegeriyane û polîtîkaya tinekirin û asîmîlasyonê didomînin.

'WÊ DAXWAZA AZADIYA OCALAN BÊ KIRIN Û POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ WERE ŞERMEZARKIRIN'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Mîna li welatên Ewropayê li Hannoverê jî wê hin rêze çalakiyê protestoyî bên lidarxistin. Yek ji çalakiyên li ser vê bingehê bên lidarxistin, meşa dirêj a 2 rojan e. Bi vê meşê re wê komplo bê şermezarkirin. Ev meş wê heta ber Parlamenta li Hannoverê bidome. Di vê meşê de hem em ê daxwaza xwe ya ji bo azadiya Serok Abdullah Ocalan bilêv bikin, hem jî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta AKP'ê li hemberî gelê Kurd dimeşîne, protesto bikin.

Li ser vê yekê em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li Hannover û derdora wê dijîn dikin, ku ji bo azadiya Serok Apo beşdarî meşa dirêj a 2 rojan bibin."

AGAHIYÊN LI SER ÇALAKIYÊ

Li ser plansaziya çalakiyê jî ev agahî hatin dayîn:

"Cihê kombûnê: Stasyona trenê ya Lehrte
Dema destpêkirinê: 10'ê Sibatê 2016
Saet: 11:00

ROJA DUYEMÎN

Cihê kombûnê: Meydana Steîntor
Dem: 11'ê Sibata 2016
Saet: 11:00

MÎTÎNGA NAVENDÎ

Dem: 11'ê Sibata 2016
Saet: 16:00
Cihê kombûnê. Pêşiya Parlamenta Hannoverê."