Li her devera Ewropayê çalakiyên ji bo xwedîderketina li xwerêveberiyê
Li bajarên Ewropayê, çalakiyên bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi fermana AKP û Tayyîp Erdogan li Bakurê Kurdistanê dikin, didomin. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 7 reşemiyê 2016, 11:11
Li bajarên Ewropayê, çalakiyên bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi fermana AKP û Tayyîp Erdogan li Bakurê Kurdistanê dikin, didomin. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin.
DUSSELDORF
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, bi pêşengiya Meclîsên YJK-E, Komalên Ciwan û Navendên Civaka Demokratîk ên Dortmûnd, Essen û Dusseldorfê, bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan li balafirgeha Dusseldorfê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê belavok hatin belavkirin.
LYON
Li bajarê Fransa Lyonê, Kurd û dostên wan çalakiyên xwe yên bi dirûşma 'li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin' didomînin. Di çalakiya li Place Teraûx de komkujiyên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li Kurdistanê tên kirin hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. Alîgirên Jeûnes Commûnîstes Lyon jî destek dan çalakiyê.
BORDEAÛX
Li bajarê Fransa Bordeaûxê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civîneke gel lidar xist. Di civîna ku bi qasî 300 kes lê amade bûn de, ji NCDK'ê Felat Marînos axivî û bal kişand ser berxwedana li Kurdistanê. Marînos diyar kir, divê gel hîn bêhtir xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkeve û got, "Girîng e baldarî û berpirsyariya di pêvajoya Kobanê de hat nîşandan, dîsa bê nîşandan."
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, saziyên sosyalîst ên Awûstûryayî û Pêkhateyên Hêza Demokratîk, ji bo silavkirian berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, meşiyan. Girseya gel a li herêma yekemîn a Viyanayê li hev civiya, bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana YPS'ê", "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" ber bi avahiya Parlamenta Awûstûryayê ve meşiya. Di axaftinên mîtînga li vê derê de bang li dewleta Tirk hat kirin ku dev ji dagirkirina Kurdistanê berde û ji welatên Ewropayê jî hat xwestin, li hemberî êrîşan bes bêdeng bimînin.
BRÎGHTON
Kurdistanî û dostên wan ên li herêma Sûssex a Îngilîstnê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina dewleta Tirk didomînin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi vê armancê li navenda bajarê Brîghtonê çalakiyek pêk anî. Bi armanca agahdarkirina raya giştî ya Brîtanyayê belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de ji hikûmeta Brîtanyayê hat xwestin, ku zextê li hikûmeta AKP'ê bike."