ROJANE
Hemû Nûçe
-
Demîrel: Em ji jiyana birîndaran bi fikar in
Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel a di greva biçîbûnê de ye, diyar kir ku ji ber ku ev 4 roj in bi birîndarên bodrûmê re ti têkilî nehatiye danîn, ji jiyana wan bi fikar in. -
Ji 121 akademîsyenên li Enqereyê re lêpirsîna ‘Aştiyê’
Rektoriya Zanîngeha Enqereyê, di der heqê akademîsyenên li hember êrîşên AKP’ê yên qirkirinê yên li ser Kurdan bertek nîşan dan û aştî xwestin, lêpirsîna disiplînê da destpêkirin. -
Komkujiyên AKP dike li Kanadayê di ekrana mezin da hatin nîşandan
Êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirina gelê Kurd, li bajarê Kanada Torontoyê hatin şermezarkirin. -
Rojiya berxwedanê li 7 bajaran didome
Rojiya berxwedanê ya bi banga Kongreya Îslama Demokratîk ve alimên olî 30’ê Çileyê dan destpêkirin, li 7 bajaran didome. Rojiya berxwedanê ya bi bi armanca bidawîkirina terora dewleta Tirk hat despêkirin wê li Îzmîr û Enqereyê jî destpê bike. -
Ji Awûstûryayê nerazîbûna li hember Erdogan dewam dike
Parlamenterê Awûstûryayî Jarolîm bal kişand ser qetlîamên li Kurdistanê, nerazîbûnên hişk nîşanî Erdogan da. -
Delîl nîşan didin ku her 6 kes hatine înfazkirin
Bi delîlên xurt tê gotin ku yek jê jin 6 kesên berî du rojan cenazeyên wan li Cizîrê hatin dîtin, hatine înfazkirin. Şahidên bûyerê diyar kirin, herêma cenaze lê hatin dîtin di bin kontrola hêzên dewletê de ye û şer lê neqewimiye. -
Baydemîr aqûbeta birîndarên li Cizîrê ji AKP'ê pirsî
Parlamenterê HDP'ê Baydemîr, aqûbeta birîndarên li jêrzemîna wehşetê ji hikûmeta AKP'ê pirsî. -
Li Gever û Bismilê operasyonên qirkirina siyasî
Li Geverê, Rêveberê DBP'ê yê Navçeyê Ercan Sevmez, di dema kontrola li ser rê de ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. -
Artêşa Sûriyeyê li bakurê Helebê bi pêş de diçe
Artêşa rejîma Baas a Sûriyeyê, xwe nêzî bajarokên Nubil û Zehra yên li bakurê Helebê kir. -
Kurdistaniyan qenala dewletê ya Danîmarkayê ziyaret kirin
Kurdên li Danîmarkayê dijîn, televîzyona dewletê ya Danîmarkayê DR ziyaret kirin û bal kişandin ser polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk. -
Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê polîtîkayên qirkirinê yên AKP’ê hatin protestokirin
Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji armanca protestokirina terora dewleta Tirk ya destpêkê li ser Cizîr û Kurdistanê bi hezaran kes daketin qadan. Gelek kes hatin binçavkirin. -
DMME daxwaza ‘tedbîrê’ ya ji bo Cizîrê red kir/HAT NÛKIRIN
DMME, serlêdana bi daxwaza ‘tedbîrê’ ya têkîldarî rakirina ‘qedexeya kolanan’ û rawestandina operasyonan ên li Cizîrê, îdîa kir ku Dadgeha Makezagonê di vê mijarê de têkûz (yetkîn) e û red kir. -
Ala nûçeya AA derewand: Sekvanê Sirp nîne
Nûçeya "Li Sûrê sekvanê Sirp hat girtin" a medya hawiz, ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hat derewandin. Wezîr Ala got, "Sekvanê Sirp nîne." -
HDP'ê ji Bozdag re got: Hûn dixwazin Sariyildiz bidin kuştin?
Demîrel û Balûken sûîqesta li hemberî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bibîr xistin û gotin, "Gelo hûn dixwazin heman aqûbetê bînin serê Birêz Sariyildiz?" -
Li Derya Egeyê 2 jê zarok 9 penaberên din jiyana xwe ji dest dan
Li peravê Seferîhîsarê, keştiyek hewl dida biçe Yewnanîstanê noqî binê avê bû. 2 jê zarok 9 penaberan jiyana xwe ji dest dan. -
Li bajarên Hambûrg û Lûdwîgshafenê çalakî
Li bajarê Elmanya Hambûrgê greva birçîbûnê ya li Navenda Çanda Elewiyan bi meşekê bi dawî bû. Li bajarê Lûdwîgshafenê jî jinên Kurd û dostên Kurdan li ber avahiya Şaredariyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. -
Hiqûqnasên Ewropî: Tirkiye li gorî angajmanên navneteweryî tevnagere
ELDH, AED û Yekîtiya Hiqûqnasên Ceza ya Îtalyayê, li ser çavdêriyên xwe yên di dema ziyareta li navçeya Amed Sûrê de, ku zêdeyî 2 meh in derketina derve lê qedexe ye, daxuyaniyek weşandin. -
Cenevre-3 bi awayekî fermî destpê kir
Nûnerê Taybet ên Sûriyeyê yê NY Steffan de Mîstûra piştî hevdîtina 2 saetan a bi muxalefeta Sûriyeyê re da xuyakirin ku hevdîtinên Cenevre-3 bi awayekî fermî destpê kiriye. -
Polîsên Tirk li Edeneyê ciwanekî 19 salî qetil kir
Li Edeneyê dema welatiyan komkujiya li Kurdistanê şermezar dikir polîs ciwanê 19 salî Murat Daşkan bi çekê qetil kir. Şahidan diyar kirin ku polîsan li kolanek girtî Daşkan bi çekê qetil kir. -
Dengê dawî yê ji 'Jêrzemîna Wehşetê' hat bihîstin
Heyeta HDP'yî, dengê axaftina dawî ya bi rêya telefonê bi birîndarên li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê asê man e, weşand. -
132 rewşenbîr, rojnamevan û hunermend: Em amade ne ku birîndaran ji wê wehşetê rizgar bikin
132 rewşenbîr, rojnamevan û hunermend gotin, “Li Cizîrê mirovatî dimire”, dan xuyakirin ku amade ne birîndaran ji wê wehşetê rizgar bikin. -
Hejmara leşker û polîsên li Sûrê hatin kuştin zêde dibe
Li dijî hêzên dewleta Tirk ên êrîşî navçeya Amed Sûrê dikin, berxwedana YPS'ê bi xurtî didome. -
Zarokê bi guleya polîsan birîndar bû ji aliyê mejî ve mir
Zarokê bi navê Mahmût Çakir ê li Edeneyê bi guleya polîsên Tirk birîndar bû, mejiyê wî mir. -
Demirtaş: AKP di şer de bi israr e; em ê serî netewînin
Hevserokê HDP’ê yê Giştî Demîrtaş diyar kir, ku Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû di şer de israr dike û got, "We ew der kirin dojeh, Toleradoya çi." -
Ciwanên ji bo Cizîrê Midûriyeta Bajêr a Tenduristiyê dagir kirin hatin binçavkirin
Ciwanên HDP û HDK'yî, ji bo şermezarkirina asêhiştina birîndaran li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê, Midûriyeta Bajêr a Tenduristiyê ya Stenbolê dagir kirin. Polîsên Tirk çalakger binçav kirin.