BI DÎMEN

Li bajarên Hambûrg û Lûdwîgshafenê çalakî

Li bajarê Elmanya Hambûrgê greva birçîbûnê ya li Navenda Çanda Elewiyan bi meşekê bi dawî bû. Li bajarê Lûdwîgshafenê jî jinên Kurd û dostên Kurdan li ber avahiya Şaredariyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê greva birçîbûnê ya li Navenda Çanda Elewiyan bi meşekê bi dawî bû. Li bajarê Lûdwîgshafenê jî jinên Kurd û dostên Kurdan li ber avahiya Şaredariyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

HAMBÛRG

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, greva birçîbûnê ya dorveger a bi şiyara "Aştî aniha" ya li navenda Çanda Elewiyan a Hambûrgê hefteyekê hat lidarxistin, bi meşekê bi dawî bû.

Di civîna gel a beriya meşê li Navenda Çanda Elewiyan de ji navendê Nûrali Demîr axivî û got, "Li Cizîrê mirov bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Li vê derê bi qasî ji destê me tê em hewl didin bibin alîkar. Li her devera cîhanê em ê li dijî zilmê bisekinin. Bêyî cihekariya ol, ziman û nîjadê bikin, em ê li cem mezlûman bin."

Bi sedan kes piştre ji ber navendê ya li Altona ber bi Parlamentera Hambûrgê ve meşiyan. Di axaftinên dema meşê de hat ragihandin ku serkêşê faşîzma AKP'ê gav bi gav dibe Hîtler û hat destnîşankirin, ku Elewî wê li dijî qirkirina li hemberî Kurdan tê kirin, bi sekinin.

Di çalakiyê de ji bo mîtînga roja Çarşemê saet 16:00 a bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn bi şiyara "Edalet û ronahiyê" li Altona bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.

LÛDWÎGSHAFEN

Li bajarê Elmanya Lûdwîgshafenê jî jinên Kurd û dostên Kurdan li ber avahiya Şaredariyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Di çalakiyê de bal hat kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin. Çalakî bi şiyara "Bila zarok nemirin, dayik negirîn", "Her der Cizîr e, her der Sûr e" hat lidarxistin.

...