ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Luksembûrgê dengê ‘Terorîst Tirkiye’ bilind bû
Kurdistanî û dostên wan ên li Luksembûrgê li pêşiya gara trenê hatin cem hev, êrîşên qirker ên AKP’ê protesto kirin. -
Ji Meclîsa Dayikên Aşitiyê çalakiya rûniştinê
Dayikên Aşitiyê yên Amedê ji bo dorpêç û êrîşên li bajarên Kurdistanê protesto bikin li Miftîtiya Bajêr a Amedê û li avahiya navçeyê ya AKP a Peyasê çalakiya rûniştinê kirin. -
Li Şirnex û Wanê 4 kes hatin binçavkirin
Li Şirnex û Wanê 4 kes, di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. -
Li bajarên Ewropayê çalakiyên xwedîderketina li berxwedanê
Li Ewropayê çalakiyên şermezarkirina terora dewleta Tirk û xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyan dewam dikin. -
Gerger: Sûriyeyek bêyî Kurdan nabe!
Pisporê Rojhilata Navîn Halûk Gerger, têkildarî venexwendina PYD'ê ji civîna Cenevre-3 re bersiv da pirsên ANF'ê. -
Hevşaredarê binçavkirî krîza dil derbas kir
Kocaman rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elezîzê, lê belê doktorên li vê derê gotin 'terorîst' e û ew derman nekirin. Li ser vê yekê Kocaman sewqî nexweşxaneyeke din kirin. -
85 akademîsyen ketin ber lêpirsînê
Ji Akademîsyenên ji bo Aştiyê yên mora xwe danîn binê danezana "Em ê nebin hevparê vî sûcî" 85 akademîsyen ketin ber lêpirsînê. -
Li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên ji bo xwerêveberiyê
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, didomînin. Çalakiyên rûniştinê yên li Berlîn û Kolnê bi dawî bûn. Li Dusseeldorf, Munchen û Wûppertalê çalakî hatin lidarxistin. -
Li Hambûrgê panela xwerêveberiyê
Li Hambûrgê bi beşdariya Hevseroka KCD Selma Irmak û lîstikvanê Elman Rolf Becker, panelek hat lidarxistin. Di panelê de rastiya xwerêveberiyê di modela konfederalîzma demokratîk de hat nîqaşkirin. -
Jinên Rojavayî yên li Swêdê ji bo Bakur ketin greva birçîbûnê
Jinên Rojavayî yên li bajarê Gavle yê Swêdê dijîn, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê, ji duh sibehê ve ketine greva birçîbûnê ya dorveger. -
Li Parîsê konferansek li ser cînayetên siyasî hat lidarxistin
Li paytexta Fransa Parîsê, bi serenavê "Bi ronahiya dosya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re, cînayetên polîtîk û lêgerîna li edaletê" konferansek hat lidarxistin. -
Li Brukselê li dijî qetlîaman çalakiya bêîtîatiya sivîl
Li paytexta Belçîka Brukselê li pêşiya edliyeyê çalakiya bêîtîatiya sivîl hat lidarxistin. -
Derbarê rojnamevan Arzû Demîr a bi sedema roportaj li gel Yuksekdag kiriye, doz hat vekirin
Di derbarê rojnamevan Arzû Demîr ji ber sedema roportaja di meha Tebaxê bi Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag re, bi îdîaya “Propagandaya PKK’ê kiriye” doz hat vekirin. -
Cenevre-3 dîsa hat taloqkirin/ HAT NÛKIRIN
Civîna Cenevre-3 ya ku li bendê bû sibehê destpê bike, dîsa hat taloqkirin. -
Li Şaredariya Îslîngton a Londra ji bo Cizîrê çalakiya dagirkirinê
Li gel êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya li ser Bakurê Kurdistanê didome, protestoyên li Ewropayê jî belav dibin. -
Wekîlên di grevê de ne: Wezaret soza xwe bi cih nîne!
Parlamenterên HDP'yî, ji bo sewqkirina birîndarên li jêrzemîna maleke li Cizîrê asê mane û dewlet nahêle werin rakirin, greva xwe ya birçîbûnê didomînin. -
Cenevre-3 wê li ber çalakiyên protestoyî yên Kurdistaniyan destpê bike
Civîna Cenevre-3 wê li ber çalakiyên protestoyî yên Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê destpê bike. -
Tirkiyeyê li DMME careke din rekor şikand!
DMME di 28 dozên par de biryar da ku azadiya ramanê hatiye binpêkirin. Di 10 ji van dozan de Tirkiye hat mehkûmkirin. -
Serokê DMME: Em heta sibe wextê didin Tirkiyeyê
Serokê DMME Raîmondî der barê êrîşên li Kurdistanê de got, "Em heta sibe wextê didin Tirkiyeyê; bila derhal tedbîrê bigirin." -
Greva birçîbûnê ya li wezaretê di roja 2. de ye
Greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP'ê, ku li Wezareta Karên Hundir dan destpêkirin, di roja duyemîn de ye. Ji ber ku xeta telefonê hatiye girtin, bi parlamenteran têkilî nayê danîn. -
Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bakîr Erdal û gelek kes duh bi şev di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. -
Li Derya Egeyê 11 penaberên din jiyana xwe ji dest dan
Fermandariya Ewlekariya Peravên Yewnan diyar kir, di bûyerê de 7 jê zarok 11 penaber xeniqîn e. 10 kes jî hatin rizgarkirin. -
DYA, Rûsya û rêveberiya Rojava helwesta ji bo Cenevre-3 aşkere kirin
DYA da xuyakirin, ku PYD wê di hevdîtinên Cenevreyê de cih negire, Rûsyayê jî diyar kir, De Mîstûra ji bo PYD'ê cih veqetandiye û eger Kurd nebin li ser siberoja Sûriyeyê nabe ku biryar were girtin. -
Şîroveya Ocalan li ser 'Serokatiyê': Em ê rê nedin hegemonya AKP'ê.. -Amed Dîcle
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina bi heyeta HDP'ê re, ji bo Tirkiyeyê di sîstemeke demokratîk de israr kir. Ocalan destnîşan kir, ku eger AKP dîktatorya xwe ferz bike, ew ê ti carî vê qebûl nekin. -
Li Stenbolê gelek siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li 8 navçeyên Stenbolê de gelek kes hatin binçavkirin.