Hevşaredarê binçavkirî krîza dil derbas kir
Kocaman rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elezîzê, lê belê doktorên li vê derê gotin 'terorîst' e û ew derman nekirin. Li ser vê yekê Kocaman sewqî nexweşxaneyeke din kirin.
Kocaman rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elezîzê, lê belê doktorên li vê derê gotin 'terorîst' e û ew derman nekirin. Li ser vê yekê Kocaman sewqî nexweşxaneyeke din kirin.
Hevşaredarê Depê Burhan Kocaman jî di nav de 11 kes di 27'ê Çileyê de hatibûn binçavkirin û karê wan ê li emniyetê berdewam dike. Kocaman tevî ku nexweşiya wî ya dil hebû jî ranekirin nexweşxanê û duh îfadeya wî hate girtin.
Kocaman ê ku spazma dil derbas kir destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elezîzê û ji wir jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Firatê.
Kocaman bi lezgînî girtin emeliyatê û emeliyat 3 saet dom kir. Hate diyar kirin ku ji bo Kocaman pêdivî bi xwîna 0 rh negatîf heye.