Serokê DMME: Em heta sibe wextê didin Tirkiyeyê
Serokê DMME Raîmondî der barê êrîşên li Kurdistanê de got, "Em heta sibe wextê didin Tirkiyeyê; bila derhal tedbîrê bigirin."
Serokê DMME Raîmondî der barê êrîşên li Kurdistanê de got, "Em heta sibe wextê didin Tirkiyeyê; bila derhal tedbîrê bigirin."
Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Gûîdo Raîmondî, ji bo bîlançoya salekê ya DMME aşkere bike, îro civîneke çapemeniyê lidar xist.
Di dema nivîsê de, li ser pirsa ANF'ê Raîmondî li ser komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike axivî û ji dewletê xwest derhal tedbîrê werbigire. Raîmondî got, "Serlêdanên li ser bûyerên li rojhilatê Tirkiyeyê diqewimin, hatin qebûlkirin. Ji ber vê yekê em ji hikûmeta Tirk dixwazin ku ji bo mexdûr bigihêjin mafên xwe yên di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de hatine destnîşankirin, derhal tedbîrê werbigire. Ji bo vê jî em heta sibe wextê didin Tirkiyeyê."
DI BIN BERPIRSYARTIYA KONSEYA EWROPAYÊ DE YE
Raîmondî bal kişand ser xala 46. a PMME û da zanîn ku bicihanîna biryarên DMME di bin berpirsyariya Komîteya Wezîrana Konseya Ewropayê de ye. Serokê DMME Gûîdo Raîmondî biryarên xwe yê tedbîrê yên heta niha girtine û berpirsyariya Dadgeha Destûra Bingehîn bibîr xist.
Raîmondî roja Sêşemê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re hevdîtineke berfireh pêk anî bû.