Cenevre-3 dîsa hat taloqkirin/ HAT NÛKIRIN

Civîna Cenevre-3 ya ku li bendê bû sibehê destpê bike, dîsa hat taloqkirin.

Li gorî agahiyên ku ANF bidestxistin, civîna Cenevre-3 a ku 29’ê Çileyê destpê bike, dîsa hat taloqkirin.

Hevserokê Meclîsa Demokratîk a Sûriye Îlhan Ehmed, têkildarî agahiya taloqkirina civînê piştrast kir.

Ehmed ya ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku hevdîtinê li Cenevreyê bi dawî bû û heyeta Rojava ya ku Hevserokê PYD’ê Salîh Mûslîm jî di nav de ji vir veqetiya.

Her wiha, çalakiya protestoyê ya Kurdan ji bo sibehê li Cenevreyê plan kiribûn ji ber civîn taloq bû, hat betalkirin.