Şîroveya Ocalan li ser 'Serokatiyê': Em ê rê nedin hegemonya AKP'ê.. -Amed Dîcle

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina bi heyeta HDP'ê re, ji bo Tirkiyeyê di sîstemeke demokratîk de israr kir. Ocalan destnîşan kir, ku eger AKP dîktatorya xwe ferz bike, ew ê ti carî vê qebûl nekin.

Hevdîtinên li Îmraliyê yên navbera Çileya 2013 û Nîsana 2015'an bi giranî li ser mijarên; çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê û li têkiliyeke nû ya Kurd-Tirk a li herêma Rojhilata Navîn, derbas bû. Ocalan di van hevdîtinan de qala vê paradîgmayê dike û ji bo endîşeyên tevgera Kurd ên jê re hatin ragihandin Ocalan bersiva "Aştî ji meşandina şer zehmettir e, em hewl didin dewletê hînê aştiyê bikin" da. Ocalan gelek caran tespîta "Eger çareserî nebe, wê şerekî mezin rû bide" kir û hewl da pêşî vê rewşa roja îro bigire. Ocalan nerazîbûn nîşanî rexneyên "Bi AKP'ê re li hev kirin" da û da zanîn, ku ew ê rê nedin hegemonya vê partiyê û perspektîfa wan a bingehîn demokratîkbûyîna li welêt û herêmê ye. Ocalan di van hevdîtinan de nêrînên xwe yên li ser dewletbûyîna AKP'ê û mijara serokatiyê radixe pêş çavan.

Ji 'Notên Hevdîtinê' yên ji aliyê Weşanxaneya Mezopotamyayê ve weke pirtûk hatin weşandin, mirov dikarin nêrînên Ocalan ên li ser 'sîstema serokatiyê', hegemonya AKP'ê û projeya demokratîkbûyînê ya ji bo alternatîfê van hemûyan ji aliyê wî ve hatiye pêşniyarkirin, fêm bikin.

Ocalan di 23'ê Sibata 2013'an de ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan û Altan Tan re perspektîfa xwe ya li ser pêvajoyê pêşkêş kir. Ocalan di vê hevdîtinê de balê dikişîne ser hegemonya AKP dixwaze ava bike û nirxandinan dike.

Dema endîşeyên KCK'ê yên li ser mijara 'vekişînê' ji Ocalan re tê ragihandin, Ocalan dibêje, "Ez tevlî nêrîna 'eger em vekişin wê gerîla biqede' nabim. Li qadên em ê xwe vekişînin, em ê gerîla bêhtir xurt bikin. Sûriye heye, Îran heye. Niha li Sûriyeyê pêncî hezar, li Qendîlê deh hezar, li Îranê çil hezar hene."

Ji bo pirsa "rewşa we wê çi bibe" ya Sirri Sureyya Onder, Ocalan vê bersivê dide:

Ocalan: (Bi ken), ne ragirtina li malê ne jî efû, wê pêwîstî bi van nebe. Her kes, em hemû em ê azad bibin. Vê zanibin, ev pêngava min wê komployê pûç bike. Ez komployê ji holê radikim. Eger bi ser bikevim, ne ji doza KCK'ê wê girtî bimîne, ne jî girtiyekî din. Eger ev nebe, wê bi pêncî hezar kesî re şerê gel rû bide. Yê bimire wê bimire, ez tevlî nabim. Lê bila her kes bizanibe, ne em ê weke berê bijîn ne jî weke berê şer bikin.

Diyalog bi vî rengî dewam dike:

Sirri S. Onder: Serokê min, em li ser her tiştî axivîn. Wekî din meseleya Serokatiyê heye. Raya giştî di vî warî de gelekî hesas e. Bi endîşe ye ku veguhere sîstemeke totalîter.

Ocalan: Mirov dikarin li ser sîstema serokatiyê bifikirin. Lê di vir de divê Serokatiyek mîna ya li DYA be. Senatoyeke mîna Meclîsa Dewletê. Ya duyemîn Meclîsa Gelan. Navê vê jî dikare bibe Meclîsa Demokratîk. Ev yek jî dikare bişibe Meclîsa Nûneran a li DYA. Mîna Dûma Jêrîn a li Rûsyayê. Mîna Kamara Avam a li Îngilîstanê. Mirov dikare weke HDK'ê bifikirin ku bibe parlament.

Ocalan piştî vegotina nêrîna xwe ya li ser mijara Serokatiyê bi nîşandana modelên mînak re, fikarên xwe yên li ser AKP û Tayyîp Erdogan tîne ser ziman:

"Gelo hikûmet ji wesayetê rizgar bûye, hesabprisîn bi temamî hatiye kirin? Mekanîka Tayyîp a hikûmetê ev e: Bi qasî ku li Tevgera Kurd bixe destûr jê re tê dayîn; saziya wesayetê navendên hêzê meydanê jê re vedikin. Serokwezîr vê rêbazê ji xwe re weke amûreke desthilatdariyê dibîne. Bi lêdana li PKK'ê re cihê xwe zexm dike.

(…)

Pîvanên min ên demokratîk hene, me ev vegot. Me dît ku AKP li şûna hegemonya CHP'ê ya salên 1923-40-50 dixwaze hegemonya xwe ava bike. Li hemberî vê yekê min jî got, eger hûn li gorî pîvanên demokratîk ên gerdûnî yên ku pêwîstiya Tirkiyeyê pê heye tevnegerin, ez ê tiştekî ji PKK'ê re nebêjim. Haya min ji zehmetiyên Tevgera PKK'ê heye û bi vê zanebûnê min ev got. AKP'ê xwest hegemonyayê ava bike, em li dijî vê hegemonyayê derketin.

Ji AKP'ê heye desthilatdarî ji ezmanan xwe berdaye jêrê. Nizanîbû ku şerê me yê çînî û gel çiqasî bêeman e. AKP hegemonyayê dixwaze, dixwaze bikeve şûna CHP'ê. Em ê destûrê nedin vê. Wê derfeteke mezin a rantê ji bo AKP'ê derkeve holê. Ez ê xwe nêzî vê rewşê nekim. Şertê min ê yekane ew e ku AKP nebe hegemonîk. Em ji ya berê têr in, ya nû naxwazin."

Ocalan peyama xwe ya dîrokî ya Newrozê piştî vê hevdîtinê weşand. Di Gulana 2013'an de vekişînê destpê kir. Heta Hezîranê diviyabû hikûmetê gav biavêta. Lê belê hikûmet soza xwe bi cih neanî û KCK'ê di Tîrmeha 2013'an de 'vekişandina gerîla' sekinand. Ocalan piştre rexnedayîna xwe da û got, 'Bêyî afirandina bingeha qanûnî diviyabû min banga vekişînê nekiribûya.'

Di vê demê de berxwedana Gezî destpê kir. 'Meseleya Gezî' bû bahane û Sirri Sureyya Onder ji nava Heyeta Îmraliyê hat derxistin.

Onder di Mijdara 2013'an de careke din tevlî heyetê hat kirin.

Heyeta HDP'ê di 9'ê Mijdara 2013'an de li Îmraliyê bû. Û Sirri Sureyya Onder piştî çend mehan careke din li pêşberî Ocalan bû. Onder berî biçe Îmraliyê bi Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan û şêwirmendê wî Yalçin Akdoganr e rûnişt.

Di navbera Onder û Ocalan de ev diyalog pêk hat:

Onder: Di hevdîtina bi Serokwezîr re 20-25 deqeyên destpêkê em li ser meseleya Gezî axivîn. Min jê re got, du aliyên vê meseleyê hene. Yek derbederî, ya din jî dizîtî û ji aliyê giştî ve jî bêtehemûliya nedemokratîk. Dema dor hat mijara dizîtiyê tengezariyê rû da û kêm mabû biqediya. Yalçin Akdogan mudaxle kir û anî ziman ku rojeveke girîngtir heye. Birêz Serokwezîr diyar kir ku di mijara dizîtiyê de ez bi agahiyeke kêm û şaş tevdigerim, gelekî saf im û bêyî haya min jê hebe hatime lîstika servîsa veşartî ya Elman.

Ocalan: (Bi ken) Ev yek got! Yê saf Serokwezîr bi xwe ye. Endîşeya wî heye ku ji derve ve hatiye provokekirin, lê jê re bêjin rewş ne bi vî rengî ye.

Onder: Birêz Serokwezîr ji min re got ku eger ez ê bi hesasiyeta xwe ya destpêkê nêzî pêvajoyê bibim, dixwaze ji nû ve bixe nava heyetê. Min jî jê re got ku ez neçarim li gorî helwesteke siyasî tevbigerim. Eger rewşeke bi heman rengî rû bide, ez ê heman helwestê nîşan bidim. Eger di rewşeke bi vî rengî de careke din mudaxle were kirin, wê dîsa pirsgirêk derkevin. Me bi temamî li hev nekir, lê li cihekî bi awayekî neyekser jî be, em li hev civiyan.

Ocalan: Lihevkirina nerasterast nabe. Divê vekirî be. Bi pîvan be. Heyetê li gorî konjonkturê nêzîkatiyek nîşanî têkiliya bi AKP'ê re da. Girîng e atmosfereke bi vî rengî nebe. AKP'ê yan jî kevneşopiya Îslamî, ku AKP qismekî wê temsîl dike, rewşa bi Gezî re derket holê rast nexwend. Pîvana hegemonîk pejirand. Pîvana demokratîk nepejirand. Mûrsî jî bi vî rengî kiribû. Ket rewşa dîktatoryayê û hat hilweşandin. AKP bi pîvana demokratîk re hem dikare ji darbeyê xwe biparêze, hem jî tevkariyê li demokratîkbûyînê bike.

(…)

Lihevkirina min a bi AKP'ê re bi vî rengî ye: Ne ez ê bikevim bin hegemonya wan, ne jî ez ê tevlî têkiliya wan a bi Kurdan re bibim. Nêzîkatiya me ya bingehîn demokrasî ye. Parastina demokrasê tê wateya parastina Serokwezîr. Pêwîstiya Serokwezîr bi rêveçûneke demokratîk heye. Eger em demokrasiyê bicih nekin, hemû wê bibin Menderes. Pêşî li darbeyê nikare bê girtin.

Ocalan, têkildarî kesên hingî îdîa dikirin ku ew destekê dide AKP'ê, di wan hevdîtinan de ev bersiv da:

"Min her tim got, em dixwazin nêzîkatiya hegemonîk a AKP'ê bisekinînin. Min ji Qendîlê re jî nivîsand. Eger em nesekinînin, Tirkiye wê ber bi dîktatoriyê ve biçe. Yê ku Tayyîp bey xist vî halî, Denîz Baykal e. Tayyîp ji girtîgehê derxist, xist nava siyasetê. Qaşo seriyê mezin ê ku dixwaze Denîz Baykal dîzayn bike bi vî rengî fikiriye: 'Em ê meseleya Kurd bi Tayyîp bidin paqijkirin, li şûna wî jî Denîz Baykal bînin.' Ew civînên veşartî jî ji bo vê dihatin kirin. (Hevdîtina Erdogan-Baykal a 2002 li qesra Beylerbeyî). Niha dibêjin, 'Erdogan wê biçe, lê Apo vê asteng dike'. Gelo tiştekî bi vî rengî dibe? Em yekane hêz in ku hegemonya AKP'ê asteng dikin."

Piştî hevdîtina Mijdara 2013'an a bi Heyeta HDP'ê re, rewşeke girîng derket holê. Dosyayên 17-25'ê Kanûnê yên nelirêtiyê derketin holê û di nava Erdogan û derdora wî de panîkek veşartî û vekirî rû da. Hin hevdîtinên ku ji aliyê raya giştî ve nayê zanîn di vê pêvajoyê de hatin kirin. Erdogan xwest hin mesajan bişîne ji Ocalan û tevgera Kurd re. Ji bo vê jî xwestin bi lezgînî bi Sirri Sureyya Onder re hevdîtinê bikin. Lê belê Onder li Qendîlê bû û hevdîtin dereng ket. Piştre dema di 14'ê Çileya 2014'an de çû Îmraliyê, hevdîtin ji Ocalan re bi vî rengî vegot:

Onder: Bi Serokwezîr re min hevdîtin kir. Di vegera ji Qendîlê de, şeva sersalê (2013-2014) min li mala Ahmet Turk derbas kir. Hingî Serokwezîr geriya. Xwest piştî rojekê em li Stenbolê hevdu bibînin. Ez wê şevê bi rê ketim. Lê piştî rojekê rojeva Serokwezîr tijî bû. Bi şev careke din geriya û piştî rojekê randevû da û me hevdîtin kir. Gilî û gazin ji rewşa dawî kir û ji min pirsî ku çawa şîrove dikim. Min jî jê re got, eger karibe veguherîna demokratîk pêk bîne, dikare ji vî şerî bi awayekî serketî derkeve. Min jê re got ku hikûmetê ev şens winda kiriye, ji ber ku berî ev êrîş destpê bike pêngavên veguherînê şênber nekir, niha çi dike bila bike wê di bin zextê de xuya bike. Min jê re got, ji ber ku di bin êrîşê de ne wê bêhtir otorîter bibin. min jê re got ku ji aliyê cemaetê ve ev şensê veguherînê heye, lê belê ji bo pêkanîna vê, ne aqlê siyasî ne jî tercîheke siyasî heye.

(…)

Onder, ji Ocalan re qala hevdîtina bi Erdoganr e kir.

Onder: Serokwezîr dûre pirsa 'Baş e, çare çi ye?' li min kir. Min jî jê re ragihand, ku êdî di mijara pêvajoyê de ti bahaneya hikûmetê nemaye, hemû endîşeyên hikûmetê bi vê operasyonê re berhewa bûne, yekane rêya xilasiyê tifaqeke berfireh a demokratîk e, eger vê tifaqê bike wê ev komplo bi tenê bi aliyê 'nelirêtiyê' bisînor bimîne, li hemberî vê jî nêzîkatiyên vekirî û durust dikare were nîşandan, di rewşeke berevajî de wê tasfiye bibe û di nava sîstemê de sererastkirineke nû pêk were. Min jê re got ku di mijara Rojava de cara yekê ye jêvegereke bi şeref derdikeve pêşberî dewletê û divê ev yek neyê hebakirin.

Serokwezîr jî weke bersiv diyar kir ku planeke xwe ya master heye, di dem û cihê xwe de ew ê nêrîna hevpar a saziyên dewletê re vê parve bike. Got ku eger ez bi Serok re (Ocalan) heftane sê çar rojan xebatekê bimeşînim, wê ev yek di nava mercên vê komployê de gelekî xetere be. Da zanîn ku wî serdana Çapemenî û Mirovên Aqilmend (Ziyaretên Îmraliyê) taloq kiriye, ji ber ku nizane kî wê bi çi rengî tevbigere. Anî ziman ku di qewimînan de ti sûcê hevalên wî yên kar nîne, hemû berpirsyarî ya wî ye. Da xuyakirin ku hewldaneke darbeyê ya ji derve hatiye plankirin e û wezîrên êrîş li hemberî wan hatiye kirin manîdar e. Anî ziman ku Kurd (mebest KCK ye) wê neyê lîstikan, dibînin ku ew di nava kîjan mercan de dixebite, eger neyê lîstikê ew ê ji aliyê çareseriyê ve rehet be, lê eger bê lîstikê jî ew dizanin. Dema got, 'endîşeya min a yekane parçebûn e' min jî jê re got, 'qedexe dikare parçe bike, azadî hevgirtinê çêdike'. Bi qasî du saetan me hevdîtin kir.

Ocalan: Tu yê careke din pê re hevdîtinê bike. (Bi ken). Tu yê jê re bêje 'Dema te li meydanan xweziya xwe bi îdamkirina Apo dianî, Apo te rizgar kir, te ji îdamê rizgar kir'. Hînê ji min re dibêjin, 'te pêvajo qels kir'. Halbûkî eger em bi temamî vekişîbûna, ew ê ew bigirtana. Aqûbeta wî jî wê mîna ya Menderes bûya. Ez ê vê mijarê di civînên piştre de bi befirehî binirxînim. Hevdîtin gelekî hêja ye. Wê êdî bi te re hevdîtinên berfireh bike. Divê tu her tim pêşiyê veke. (Li Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken vegeriya) Divê hûn bi wekîl û wezîrên AKP'yî re hevdîtinan bikin. Ez ê agahiyên berfireh bidim.

Îdrîs Balûken: Tempo û têkiliyên me yên hevdîtinên didomin Serokê min.

Ocalan: Ji Serokwezî re bêjin, Em dikarin bi lezgînî li ser modela Serokatiyê jî nîqaş bikin. Lê belê ne mîna ya ew dibêje. Wê demokratîk be. Di Tirkiyeya demokratîk û meseleya Kurd de divê bi lezgînî çareserî bê peydakirin.

Em ê mijarên tevlîkirina yên li çiyê, girtîgehan û hemû Kurdan li nava siyaseta demokratîk, bi heyetê re nîqaş bikin. Lê belê eger muzakere destpê neke, di meha Nîsanê de ez ê rewşê ji nû ve binirxînim. Di nîqaşên me de, heyşt komîsyon cewhera vî karî ye. Dikare bê zêdekirin, bê kêmkirin. Aliyê qanûnî û Desteya Şopandinê jî girîng e. Du aliyên muzakereyên me hene. Ya yekemîn ez û heyeta dewletê wê li dora maseyê hebe. Li maseya duyemîn jî wê komîsyonên BDP, HDP û AKP'ê hebin. Ji bo komîsyona jinê dikare bang li du jinan were kirin û bi wan re hevdîtin bê kirin. Di nava HDP û DBP'ê de akademîsyenên hêja hene. Bi Erdogan re hevdîtinê bikin, çima xwe ji aliyê qanûnî vedigire. Dikare bi hêsanî bike. Ne tenê ji bo me, ji bo hemû rêxistinên li derveyî qanûnê, ku bi sedan rêxistin hene, dikare banga li civaka demokratîk bê kirin. Divê karê destpêkê yê parlament bike, ev be.

(…)

Çareseriya demokratîk a radîkald ivê. Ne weke CHP ya berê, ne netewperestiya MHP'ê, ne modela netewe-dewlet a faşîst, ne jî neo-Osmanî, modela Osmaniya hegemonîk. Her du jî nabe. Ev her du feraset jî nexweş e. Modela Rojhilata Navîn a demokratîk modela îdeal e. Bingeha çareseriya demokratîk e. Asta me ya çareseriya polîtîk, gerdûnî ye."