Greva birçîbûnê ya li wezaretê di roja 2. de ye
Greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP'ê, ku li Wezareta Karên Hundir dan destpêkirin, di roja duyemîn de ye. Ji ber ku xeta telefonê hatiye girtin, bi parlamenteran têkilî nayê danîn.
Greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP'ê, ku li Wezareta Karên Hundir dan destpêkirin, di roja duyemîn de ye. Ji ber ku xeta telefonê hatiye girtin, bi parlamenteran têkilî nayê danîn.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, parlamenter Meral Daniş Beştaş û Osman Baydemîr, ji bo rakirina birîndarên ev 6 roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane li Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Grev di roja 2. de ye.
Ji ber ku xeta telefonên wan hatiye birîn, ji duh êvarê û vir ve hevdîtin bi wan re nayê kirin.
Li gorî agahiyên ji HDP'ê hatine wergirtin, greva birçîbûnê dewam dike. Rayedarên wezaretê jî ti hevdîtin nekirine.
Parlamenteran diyar kir ku sozên rayedarên wezaretê beriya niha têkildarî mijarê dabû wan û rewşa li Cizîrê nakok in û got, "Em dixwazin, bêyî ku kesekî din jiyana xwe ji dest bide, birîndar sewqî nexweşxaneyê bê kirin. Heta ku ev pêk neyê, em ê dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê nînin."