ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rojnamevanan li Romayê dewleta Tirk protesto kirin
Federasyona Rojnamevanan a Îtalyayê, ji bo komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike şermezar bike, li paytexta Îtalya Romayê daxuyaniyek da çapemeniyê. -
Meleyekî li Îzmîrê, li ser kesekî mirî ji ber ku Elewî ye, sela nexwend
Dema esnafê sûka Kemeralti ya Îzmîrê V.T. ê Elewî wefat kir, hevalên wî xwestin li mizgefta Kemeralti sela bidin. Lê belê meleyê vê mizgeftê got, "Li ser Elewiyan sela nayê xwendin" û ev yek red kir. -
Bi dehan saziyan ji bo çalakiya protestoyî ya li Berlînê bang kirin
Kurd û dostên wan xwe amade dikin civîna hevpar a rayedarên hikûmetên Elmanya û Tirkiyeyê, ku îro li paytext Berlînê pêk tê, şermezar bikin. -
Berlîn ji bo şermezarkirina Davûtoglû amade ye
Davûtoglû, ji ber polîtîkayên xwe yên komkujiyê, wê sibe li Berlînê were protestokirin. -
Herî kêm 33 kes hatin binçavkirin, 7 kes hatin girtin
Tevî operasyonên qirkirina fîzîkî, AKP operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî li dijî gelê Kurd û hêzên demokratîk didomîne. Di serdegirtinan de herî kêm 33 kes hatin binçavkirin, 1 jê zarok 7 kes hatin girtin. -
Dokûmantera "Sara: Jiyana min her şer bû" cara duyemîn hat qedexekirin
Weşandina dokûmantera "Sara: Jiyana min her şer bû" ya li ser jiyana Sakîne Cansiz, ji ber gefa "ewlekariya jiyanê" ya polîsan li xwediyê sînemaya li Stenbolê xwar, hat qedexekirin. -
Nellen: Erdogan sûcê li dijî mirovahiyê dike; divê li DCN bê darizandin
Seroka IPU Nellen diyar ku Erdogan li Kurdistanê sûcê li dijî mirovahiyê dike. Nellen, ji bo Erdogan li DCN bê darizandin bang li hêzên navneteweyî kir û anî ziman ku dewleta Tirk yekser li dijî gelê Kurd şer îlan kiriye. -
Akademîsyenên Ewropî: Em destekê didin hempîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê!
Akademîsyenên Awûstûryayî û Swîsreyî, ji bo destekkirina Akademîsyenên ji bo Aştiyê danezanek weşandin û bang li dewleta Tirk kirin ku derhal êrîşên xwe yên li Kurdistanê biqedîne. -
Bayik: Hewl tê dayîn civîna Cenevre 3 bê encam were hiştin
Bayik: Tirkiye û komên girêdayî Tirkiyeyê, dewletên mîna Qatar û Erebîstana Siûdî ji bo ku Cenevre 3 jî vala derkeve di nava hewldanan de ne. Dixwazin Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a Kurd jî tê de cih digirin derveyî vê komcivînê bihêlin. -
AI: Li bajarên Kurdan gef li jiyana 200 hezar kesî tê xwarin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AI) li herêmên êrîşên qirkirinê lê didomin lekolîn kir û da zanîn ku Kurd ji ber 'pêkanînên tund û kêfî' bi zehmetiyen mezin re rû bi rûne. Rêxistinê got, "Êrîşên hikûmetê gefê li jiyana 200 hezar însanî dixwin." -
Li dijî êrîşên dewleat Tirk çalakiyên girseyî dewam dikin
Êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin. -
Hevdîtinên heyeta HDP-DBP ên bi rayedarên YE re didomin
Hevdîtinên Hevşaredarê Amedê Firat Anli, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Hatîce Çoban ên li Parlamenta Ewropayê dewam dikin. -
Qeymeqamê Sêweregê, mamosteyê nîşaneya serketinê kir ji kar derxist
Qeymeqamê navçeya Sêweregê, mamosteyê polê Bayram Bardakçi ji ber ku tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya li dijî komkujiyên li Kurdistanê bû, dirûşma "Bijî Berxwedana Cizîrê" qîriya û nîşaneya serketinê kir, ji kar derxist. -
Arzû Çerkezoglû: Em ê destûrê nedin îstismara karkeran
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Çerkezoglû li dijî guhertina ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve di tazmîneta qidemiyê bê kirin de derket û anî ziman ku sîstema kirêkirina karkeran nayê qebûlkirin. Çerkezoglû diyar kir ku ev tê wateya hemû mafên karkeran. -
212 akademîsyenên li derveyî welat: Em ê hebin şirîkê vî sûcî!
Ji derveyî welat 212 akademîsyenên din destek dan akademîsyenên gotin "Em ê nebin şirîkê vî sûcî". -
Di doza komkujiya Parîsê detayên nû
Parêzerê malbatên sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Antoîn Comte diyar kir, ku gelek belge hene ku nîşan didin rêxistina îstîxbaratê ya Tirk di nava komkujiyê de heye. -
Operasyonên qirkirina siyasî didomin
Tevî operasyonên qirkirina fîzîkî, AKP operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Li Edene, Îzmîr û Wanê polîsan gelek kes kirin binçavan. Li Sêrtê jî endamên meclîsê yên şaredariyê Muzaffer Akan û Halîl Akan hatin girtin. -
Li Kaniya Xezalan, çete di bin 'kontrola' leşker û polîsan de dixebitin
Rêxistinên çete yên bûne belayê serê gelên Sûriyeyê, li navçeya Riha Kaniya Xezalan, di bin navê navenda tenduristiyê de nexweşxane, cihên kar ên weke dowîz û emlaqê vedikin û li van cihan bi awayekî vekirî dixebitin. -
Akademîsyenên Elmanya jî destek dan Akademîsyenên ji bo Aştiyê
Ji zanîngeh û dibistanên bilind ên li Elmanyayê 1.128 akademîsyenan destek dan 1.128 akademîsyenên li Tirkiyeyê ji ber daxwaza aştiyê rastî lîncê hatin. Akademîsyenan xwestin, zexta tê kirin, bê qedandin. -
Hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bi rayedarên PE û YE re rûniştin
Hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bi rayedarên Parlamenta Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin kirin. Hevşaredaran, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê û karesaeta însanî ya ji ber van êrîşan rû daye, ji rayedaran re ragihandin. -
Li Dusseldorfê rêxistinbûyîneke nû ava bû
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, rêxistinbûyîneke nû ya ji komên cuda yên Elman, sendîka, aktîvîst û komeleyên Tirkiyeyê hat damezrandin. -
TJK-E û NAV-DEM: Roja Înê em li Berlînê bin
TJK-E û NAV-DEM'ê bal kişandin ser civîna hevpar a rayedarên hikûmetên Elman û Tirkiyeyê ya roja Înê li Berlînê û banga protestokirinê kirin. -
Hollînger: Tirkiye li dijî gelê xwe şer dike
Seroka Kantona Baselê ya Partiya Sosyalîst Brîgîtte Hollînger diyar kir, ku li Tirkiyeyê sîstemeke dîktatoriyê bi awayekî fermî tinebe jî, Erdogan weke dîktatorekî tevdigere û destnîşan kir, ku Tirkiye bi awayekî vekirî li dijî gelê Kurd şer dike. -
Kurd û Kanadayî êrîşên AKP’ê protesto kirin
Li paytext Ottawa ya Kanada, Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya parlamentoyê li hev civiyan êrîşên qirker ên AKP’ê yên li Bakurê Kurdistanê protesto kir. -
Projeya rantê ya AKP'ê ya li Sûrê aşkere bû
Têkildarî navçeya Amed Sûrê de, ku êrîşên dewletê yên ji bo qirkirinê lê didome, plana li ser veguherîna bajar û rezervên avahiyên nû derket holê.