Berlîn ji bo şermezarkirina Davûtoglû amade ye
Davûtoglû, ji ber polîtîkayên xwe yên komkujiyê, wê sibe li Berlînê were protestokirin.
Davûtoglû, ji ber polîtîkayên xwe yên komkujiyê, wê sibe li Berlînê were protestokirin.
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, ku wê di 22'ê Çileyê de ji bo hevdîtina bi hikûmeta Elman re bê Berlînê, wê were şermezarkirin. KCD-E, NAV-DEM û rêxistinên antî-faşîst ên Elman banga tevlîbûna li çalakiya protestoyî kirin.
Kurd, Tirkiyeyî û hêzên antî-nîjadperestî, ji bo şermerzarkirina Davûtoglû yekîtiya çalakiyê ava kirin. Di daxuyaniya KCD-E de hat ragihandin, ku hevdîtina Tirk-Elman a sibe wê li dijî gelê Kurd were kirin û banga tevlîbûna li çalakiya li Berlînê hat kirin.
Di çarçoveya plansaziya çalakiyan de wê saet di 10:00 de li Meydana Hegel a li kampusa Zanîngeha Humboldtê tevî amadebûna akademîsyenên Elman, çalakî were lidarxistin.
Çalakger wê ji vê derê ber bi Kolana Willy Brand ve bimeşe, ku li avahiya Serokwezaretiyê ya li vê derê wê hevdîtina hikûmetên Tirk-Elman bê kirin.
Saet di 14:00 de jî wê mîtîngek were lidarxistin.