Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Tirkiye û komên girêdayî Tirkiyeyê, dewletên mîna Qatar û Erebîstana Siûdî ji bo ku Cenevre 3 jî vala derkeve di nava hewldanan de ne. Dixwazin Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a Kurd jî tê de cih digirin derveyî vê komcivînê bihêlin. Bi vê yekê re hemû hêzên din ên di nava Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de cih digirin wê bêne dûrxistin û hewl bidin ketina rojeva Cenevre 3 ya projeya demokratîzekirina Sûriyeyê asteng bikin. Di rastiyê de ev hewldana Tirkiyeyê û hêzên hevkarê wê, astengkirina demokratîkbûna Sûriyeyê ye."
Gotara Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a li rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat bi vî rengî ye:
"Li Sûriyeyê bi salan e şerekî navxweyî heye. Di şerê navxweyî de tim derfeta serketinê ya hêzên xwedî projeya çareseriyê ne, heye. Eger projeyeke aştiyê neyê amade kirin, şerê navxweyî mîna kaosê wê her bidomin. Bêguman li Sûriyeyê sîstema siyasî ya kevin nikare were domandin; careke din vegera sîstema kevin ne gengaz e. Ev misoger e, lê belê ya ne misoger ew e ka Sûriyeyeke çawa wê were avakirin!
Astenga herî mezin a heta niha li Sûriyeyê sîstemeke nû nehatiye avakirin, Tirkiye û komên çete yên di bin kontrola wê de ne. Ji ber ku demokratîkbûna Sûriyeyê ne ji bo Tirkiyeyê ne jî ji bo van çeteyan ne girîng e. Tirkiye xwedî nêzîkbûna; bila Kurd mafê xwe bidest nexin êdî Sûriye çawa dibe bila be ye. Ev komên çete jî hem mîna Tirkiyeyê dijminatiya Kurdan dikin, hem jî avakirina Sûriyeyeke di bin hegemonyaya xwe de dane ber xwe. Ji ber van nêzîkatiyan li Sûriyeyê gavên ku kaos were derbaskirin û Sûriyeyeke nû were avakirin, nayên avêtin. Tirkiye bi gotina, 'An li Sûriyeyê rewş wê mîna daxwaza min be, an bi ti awayî ev şerê navxweyî naqede' gefê li her kesî dixwe. Heta ev gefa Tirkiyeyê neyê derbaskirin û bêbandorkirin avakirina Sûriyeyeke nû, ne gengaz e.
Di rewşa heyî de hêza bi tenê ya xwedî projeya Sûriyeya nû û demokratîkbûnê ne, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a Hêzên Şoreşger ên Rojava tê de cih digirin e. Meha bihurî bi beşdariya Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Çerkez, Ermenî û hêzên çepgir Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hate sazkirin. Ev meclîsa projeya demokratîkbûnê ji bo tevahiya Sûriyeyê pêşkêş dike, dînamîk û hêzên herî demokratîk di bin sîwana xwe de dihewîne. Projeyên ku ev hêz bi bandor di nav de cihê xwe negirin nikarin Sûriyeyê demokratîze bikin. Heta jiyana azad û demokratîk a Kurdên ku heta roja me li Sûriyeyê berxwedana herî mezin li dij DAIŞ’ê nîşan dan nekeve bin ewlehiyê, ti proje nikarin Sûriyeya demokratîk ava bikin.
Heta niha têkildarî Sûriyeyê gelek konferans û civîn hatin lidarxistin; lê encam negirtin. Li Cenevreyê du civîn pêk hatin; encam neda. Ji ber ku yên mîna muxalif/opozisyon beşdarî civînê bûn ne xwedî projeya Sûriyeya demokratîk bûn di van civînan de encam nehate bidestxistin. Tevî ku Kurd hêza herî dînamîk a Sûriyeyê ne jî, beşdarnekirina wan a van civînan, bû sedem ku hêna di destpêkê de ev civîn bê bingeh û bê encam bimînin.
Neteweyên Yekbûyî pêşnûmeyeke ku bi rêya agirbest û muzakereyê çareseriyê ji xwe re dike hedef pejirand. Divê pêşnûmayê de 5 endamên Konseya Ewlekariyê DYA, Rûsya, Fransa, Îngîlîstan û Çînê li hev kiribûn. Niha di çerçoveya vê pêşnûmeyê de wê konferansa Cenevre 3 pêk were. Lê belê Tirkiye û komên girêdayî Tirkiyeyê, dewletên mîna Qatar û Erebîstana Siûdî ji bo ku Cenevre 3 jî vala derkeve di nava hewldanan de ne. Dixwazin Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a Kurd jî tê de cih digirin derveyî vê komcivînê bihêlin. Bi vê yekê re hemû hêzên din ên di nava Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de cih digirin wê bêne dûrxistin û hewl bidin ketina rojeva Cenevre 3 ya projeya demokratîzekirina Sûriyeyê asteng bikin. Di rastiyê de ev hewldana Tirkiyeyê û hêzên hevkarê wê, astengkirina demokratîkbûna Sûriyeyê ye.
Tirkiye, ji demokratîkbûna Sûriyeyê ditirse. Eger li Sûriyeya demokratîk Kurd mafên xwe yên bingehîn bidest bixin, difikire ku ev yek ji bo Tirkiyeyê bibe emsal. Ji ber vê yekê jî ne tenê li nava Tirkiyeyê, mîna Sûriyê li derveyî Tirkiyeyê jî naxwaze Kurd mafê xwe bidest bixin.
Eger Tirkiyeyê dijminatiya Şoreşa Rojava nekira, nêzîkatiyek ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê nîşan bida, niha şerê li Sûriyeyê bi dawî bûbû. Lê belê Tirkiye ne demokratîkbûna Tirkiyeyê, li ser bingehê dijminatiya Kurdan hêzên dij demokrasiyê destek kirin. Hêna jî vê polîtîkayê didomîne. Bêguman vê polîtîkayê bi Qatar û Erebîstana Siûdî re hevpar dimeşîne.
Li Sûriyeyê li qadê hêzên herî rêxistinkirî, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a Şoreşgerên Rojava jî di nav de cih digirin in. Li Sûriyeyê ji aliyê leşkerî ve jî hêza herî bi bandor jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku YPG jî di nav de cih digire ye. Eger ne bi hêzên ji derve hatine Sûriyeyê re, wê xwe bisipêrîn yên nava Sûriyeyê, yanî yên li qadê têkoşînê dimeşînin diyare ku ev jî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. Beyî ku xwe bisipêrîn van hêzên rêxistinkirî, her projeya bê rojevê û her gava were avêtin wê bê encam bimîne. Ji ber ku rastiya Sûriyeyê vê yekê nîşan dide.
Tevahiya cîhanê li dij DAIŞ’ê koalisyon ava kiriye. Bi şêwazekî endirekt Rûsya jî tevlî vê koalisyonê bûye. Li qadê darbeya herî giran kê li DAIŞ’ê xist? Eger DAIŞ hatibe rawestandin û lawaz dibe kê ev yek pêk anî? Tilsima DAIŞ’ê ya her kes di xofê de dihişt kê xera kir? Şik nîne ku YPG û Hêzên Sûriyeya Demoratîk! Niha li Sûriyeyê projeya siyasî ya ku ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê bibe model aidî kê ye? Şik nîne ku aidî Şoreşgerên Rojava û Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê ye! Niha ev hêz wê di sazkirina Sûriyeya nû de cih negirin, lê belê hêzên ku ti karakter û xisleteke wan a demokratîk û hevgirtinê tine ye yên ji aliyê Erebîstana Siûdî, Tirkiye û Qatarê vê têne destek kirin wê li Cenevreyê cih bigirin! Ev rewşeke trajî-komîk e. Bi vê nêzîkatiyên ne cidî li Sûriyeya di nava kaosê de ye ti pirsgirêk çareser nabin. Hêzên Şoreşger ên Rojava û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bêguman di vê rewşê de wê li gor projeyên xwe yên siyasî û hedefên xwe têkoşînê bidomînin."