Arzû Çerkezoglû: Em ê destûrê nedin îstismara karkeran

Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Çerkezoglû li dijî guhertina ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve di tazmîneta qidemiyê bê kirin de derket û anî ziman ku sîstema kirêkirina karkeran nayê qebûlkirin. Çerkezoglû diyar kir ku ev tê wateya hemû mafên karkeran.

Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Çerkezoglû li dijî guhertina ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve di tazmîneta qidemiyê bê kirin de derket û anî ziman ku sîstema kirêkirina karkeran nayê qebûlkirin. Çerkezoglû diyar kir ku ev tê wateya hemû mafên karkeran.

Hikûmeta AKP'ê, ji bo kedkaran bi awayekî bê ewle û bê pîvan bide xebitandin, tazmînata qidemiyê rakir û xebatên xwe yên ji bo tinekirian ewlekariya kar didomîne. Hikûmet amadekariyan dike ku qanûna destûrê dide vekirina buroyaên îstihdamê yên taybet li parlamentê bide qebûlkirin. Bi vî rengî wê pêşî li îstismarkirina karkeran veke. Li gorî vê yekê, tazmînata qidemiyê bi tenê bi rêya dadgehê dikare bê sendin. Lewma ev guhertin, weke kêmkirina maliyeta derxisitna karkeran ji bo karsazan, tê dîtin.

'SENDÎKA LI DIJ DERDIKEVIN'

Guhertineke din a ku hikûmet dixwaze bixe rojeva Meclîsê, 'xebitandina ji dûr ve' erka kirêkirina karkeran ji buroyên îstihtamê yên taybet re ye. Tevî ku sendîka li dij derdikevin jî, bi vê yekê re wê patron bi rêya van buroyan re karkeran kirê bike, bi qasî dixwaze bixebitîne û kengî dixwaze yekser peymana wî ya kar betal bike. Bi vê guhertinê re wê têkiliya fîmayên karkerên taşeron dixebitîne bi fîrmaya bingehîn re bê birîn û bi vê yekê re pêşî li karkeran bê kirin, ku nikaribin bi rêya dadgehê jî mafên xwe yên tazmînatê werbigirin.

Sekretera Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû nerazîbûn nîşanî vê yekê da û anî ziman ku xebitandina taşeronan jî têra AKP'ê nake, niha hewl dide bi xebitandina ji dûr ve karkerên kirêkirî re hemû mafên karkeran ên hatine qezenckirin ji holê rake.

'MAFÊN SENDÎKAYÎ WÊ JI HOLÊ RABIN'

Çerkezoglû da xuyakirin, ku di vê sîstemê de cihê karsaz û cihê kar nediyar e û got, "Karkerên li gorî buroyên îstihdamê bixebitin, wê hemû bi rêbaza bangawaziyê bên xebitandin. Bi ti awayî wê mafên xwe yên sendîkayî, peymana kar a giştî û rêxistinbûyînê tinebe. Buroyên îstihdamê yên taybet wê bi rêya karkerên kirêkirî re li cihê rûdinê pereyan qezenc bike. Hewl tê dayîn ku sîstemeke koledariyê were avakirin. Weke DÎSK'ê me ragihand ku em qebûl nakin tazmînata qidemiyê radestî fonê were kirin û buroyên îstihdamê yên taybet bên vekirin. Eger ev bikeve meriyetê wê pêwîstî bi qanûnê, bi qanûna sendîkayî, pêwîstî bi Wezareta Ewlekariya Civakî û Xebatê jî nemîne. Ji ber ku mafên sendîkayî wê bi temamî ji holê rabin. Ev sîstem rejîmeke koledariyê ye. Nepêkane ku em vê qebûl bikin. Heta ku DÎSK li vî welatî hebe, wê destûrê nede ku tazmînata qidemiyê radestî fonê were kirin. Em ê nehelin ev qanûna koledariyê bê qebûlkirin."