212 akademîsyenên li derveyî welat: Em ê hebin şirîkê vî sûcî!

Ji derveyî welat 212 akademîsyenên din destek dan akademîsyenên gotin "Em ê nebin şirîkê vî sûcî".

Desteka ji bo Akademîsyenên ji bo Aştiyê yên bûn hedefa AKP û Erdogan, zêde dibe.

Ji derveyî welat 78 jê profesor 212 akademîsyenên din destek dan zêdeyî 2 hezar akademîsyenên gotin "Em ê nebin şirîkê vî sûcî".

Akademîsyenan nameyek ji Serokwezîr Ahmet Davûtoglû re şand û gotin, "Em bang li meqamên siyasî, dadgerî û YOK'ê yên li Tirkiyeyê dikin, ku di çarçoveya pîvanên gerdûnî de, hurmetê nîşanî azadiya ramanê û azadiya akademîk bidin."

ÇEND JI AKADEMÎSYENAN

Navên çend ji van akademîsyenan ev in: Dîroknasê Osmanî Prof. Dr. Erîk-Jan Zurcher, profesorê aboriyê Prof. Dr. Daron Acemoglû, dîroknas Prof. Arîf Dîrlîk, Prof. Nancy Gallagher û dîroknas Prof. Dr. Kahled Fahmy.