Hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bi rayedarên PE û YE re rûniştin

Hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bi rayedarên Parlamenta Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin kirin. Hevşaredaran, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê û karesaeta însanî ya ji ber van êrîşan rû daye, ji rayedaran re ragihandin.

Hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bi rayedarên Parlamenta Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin kirin. Hevşaredaran, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê û karesaeta însanî ya ji ber van êrîşan rû daye, ji rayedaran re ragihandin.

Heyeta ji Hevşaredara Wanê Hatîce Çoban, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarê Amedê Firat Anli, tevî Nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê Faîk Yagizay, li Parlamenta Ewropayê hevdîtinan dike.

Heyetê bi Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê (PE) Katî Pîrî, Alîkara Serokê Koma Sosyalîst a PE Anna Gomes, Seroka Koma Yekîtiya Çep a PE Gabrîele Zîmmer, Seroka Koma Dostaniya bi Kurdan re a PE parlamentera Fransayê Marîe C. Vergîat, parlamentera Îtalyayê Barbara Spînnellî, parlamenterê Qibrisê û alîkarê serok Georgîoû Hadjîtakîs, Hevseroka Koma Keskan Rebecka Harms û Berpirsyara Maseya Tirkiyeyê ya Koma Xiristiyanên Demokrat Renata Sommer jî di nav de bi dehan hevdîtin kir.

Heyet piştre bi Serkreterê Giştî, Dîrektorê Giştî û nûnerên timî yên ji maseya Tirkiyeye berpirsyar ên Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Ewropayê, ku rêxistinbûyîna sîwanî ya herêmên xwser û şaredariyên 47 welatên endamê Konseya Ewropayê ne û Tirkiye jî di nav de heye, rûnişt. Di van hevdîtinan de karesata însanî ya ji ber terora dewleta Tirk a li Cizîr, Şirnex, Silopiya, Sûr, Gever, Farqîn û gelemperiya Kurdistanê ji rayedaran re hat ragihandin û ji bo pêşî li vê rewşê were girtin, li ser rê û rêbazan hat axivîn.

Di hevdîtinan de hat ragihandin, ku ji bo êrîşên dewleta Tirk rê li ber karesatên mezintir venekin di vê Ewropa bi berpirsyariya xwe rabe. Hevdîtinên bi payebilindên PE û YE, tê payîn ku îro jî bidomin.

LI PARLAMENTA EWROPAYÊ WÊ ÎRO REWŞA LI KURDISTANÊ WERE NIRXANDIN

Li aliyê din, wê weke rojeva lezgîn rewşa li Kurdistanê bi rûniştineke îro ya li Parlamenta Ewropayê, ku wê saet di 18:00 de destpê bike, were nirxandin.

Di vê rûniştinê de wê bersiv ji daxwaz û pirsên rayedarên YE û parlamenterên 28 welatên endam re bê dayîn.

...