TJK-E û NAV-DEM: Roja Înê em li Berlînê bin

TJK-E û NAV-DEM'ê bal kişandin ser civîna hevpar a rayedarên hikûmetên Elman û Tirkiyeyê ya roja Înê li Berlînê û banga protestokirinê kirin.

Kurd xwe amade dikin, ku civîna hevpar a rayedarên hikûmetên Elmanya û Tirkiyeyê ya roja Înê li paytext Berlînê protesto bikin. TJK-E û NAV-DEM'ê bi daxuyaniyeke hevpar bang li hemû beşên civakê yên li vî welatî dijîn kirin, ku tevlî xwepêşandana protestoyî bibin.

Rayedarên hikûmetên Elmanya û Tirkiyeyê, wê di 22'ê Çileyê roja Înê de, ji bo nirxandina mijara koçberiyê wê li avahiya Serokwezaretiyê li hev bicivin. Tê gotin ku di civînê de wê rewşa koçberên di ser Tirkiyeyê re tên Elmanyayê werin nirxandin. Saziyên Kurd û demokratîk ên li Elmanyayê dixebitin, ji vê civînê aciz in. Sedema vê aciziyê jî ew e, ku fikar hene ev hevdîtina hikûmeta Merkel û Tirkiyeyê komkujiyên li Kurdistanê zêdetir bike. Ji ber vê yekê bi organîzeya NAV-DEM Berlîn, Meclîsa Jinê DESTAN, ABDEM, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Platforma ji Komkujiyên li Kurdistanê re Na, xwepêşandaneke protestoyî tê lidarxistin. Xwepêşandan wê saet di 11:00 de li navnîşanan Willy-Brandt Str.1 ku avahiya Serokwezaretiya Elmanya lê ye, tê lidarxistin.

'TIRKIYE KURDAN QETIL DIKE'

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar re bang li Kurdan û hemû hêzên demokratîk ên li vî welatî dijîn kirin, ku beşdarî vê xwepêşandana protestoyî bibin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku pêkhatina civîneke bi vî rengî li Elmanyayê, ku di demeke komkujî li 9 bajar û 19 navçeyên li Bakurê Kurdistanê komkujî hene tê kirin, cesaretê dide hikûmeta AKP'ê û hat gotin, "Dewleta AKP'ê bi polîtîkayên qetlîamker û zordar re dixwaze li Tirkiyeyê dîktatoriya Erdogan mayînde bike. Nîşan dide ku tecrîda şidandî ya li ser mîmarê çareseriya demokratîk Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer û komkujiyê wê bidome. Dewleta Tirk, di serî de Cizîr, Sûr, Silopiya, Dêrik û Geverê 19 bajarên Bakurê Kurdistanê bi leşkeran dorpêç kiriye û dixwaze vîna berxwedanê ya gelê me bişikîne. Dewleta Tirk bi binpêkirina exlaqa hiqûqê û binpêkirina pîvanên navneteweyî re polîtîkayên kirêt li dijî mirovahiyê dimeşîne. Mirovên me, çi jin, zarok, extiyar an jî ciwan, her Kurdekî li derve dibîne, înfaz dike, li pişt panzeran girê dide û bi erdê re kaş dike. Tevî vê yekê jî gelê Kurd ji bo xwe bi awayekî azad û xwe bi xwe bi rê ve bibe, li ber xwe dide û xwerêveberiyên xwe ava dike."

ELMANYA HAT REXNEKIRIN

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em mirovên me yên di vê berxwedana dîrokî de şehîd ketine careke din bi rêzdarî bibîr tînin. Xwedîderketina li vê berxwedana dîrokî wezîfeya bingehîn a demokratbûyîn û rûmetê ya gelê Kurd û hemû kesên ji xwe re dibêje 'ez mirov' im e."

TJK-E û NAV-DEM'ê bêdengiya dewletên rojavayî li pêşberî van komkujiyan rexne kirin û gotin, "Elmanya bi destekkirina van polîtîkayên kirêt ên Tirkiyeyê re roleke sereke dilîze. Ji aliyekî ve dibêje çeteyên DAIŞ'ê belayê serê mirovahiyê ye, pêwîste li dijî van çeteyan li ser navê mirovahiyê têkoşîn were meşandin. Lê li aliyê din destekê dide hikûmeta AKP'ê ku ev hikûmet ji aliyê leşkerî, siyasî, polîtîk ve piştgiriyê dide DAIŞ'ê."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Elmanya bi destekkirina polîtîkayên kirêt ên Tirkiyeyê yên li Kurdistanê re piştgiriyeke aktîf dide DAIŞ'ê, DAIŞ'ê xurt dike û hat gotin, "Elmanya, bi qedexekirina PKK'ê, desteka ji bo Tirkiyeyê û herî dawî bi civîna hevpar a 22'ê Çileyê ya li Berlînê re dibe şirîkê sûcê komkujiyên li Kurdistanê. Her çend tê gotin ku wê di civînê de rewşa penaberên Sûriyeyî were nîqaşkirin jî, zelal e ku ev civîn wê bibe destekek ji bo polîtîkayên kirêt ên dewleta AKP'ê yên li Kurdistanê dimeşÎne."

Ev civîna hevpar a desteyên wezîran ên hikûmetên Elmanya û Tirkiyeyê ku di dîroka Ewropayê de cara yekemîn e pêk tê, tê wateya destekkirina polîtîkayên zext û şer ên Tirkiye li hemberî gelê Kurd, demokrat, rewşenbîr û mûxalîfên Tirkiyeyî dimeşîne. Tê wateya şirîkatiya li komkujiyan."

'LI DIJÎ KOMKUJIYAN EM LI BERLÎNÊ BIN'

Di daxuyaniyê de rexneyên tund li Elmanyayê hatin kirin û hat gotin, "Weke Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, banga me li hikûmeta Elman ew e ku li şûna bibe şirîkê van polîtîkayên kirêt ên Tirkiyeyê, têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bikar bîne û ji bo sekinandina polîtîkayên komkujiyê yên li Kurdistanê û çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi rêbazên demokratîk, bikeve dewrê."

TJK-E û NAV-DEM'ê ev bang li hemû beşên civakê yên li vî welatî dijîn hat kirin: "Bi civîna hevpar a desteyên wezîran a 22'ê Çileyê li Berlînê re, wê destek ji polîtîkayên kirêt ên Tirkiyeyê yên li hemberî gelê Kurd û mûxalîfên Tirkiyeyî re were dayîn. Lewma em bang li her kesî dikin ku 22'ê Çileyê roja Înê saet di 11:00 de her kes beşdarî meş û mîtînga ji aliyê Kurdan, Tirkan, Elmanan û hemû şoreşgeran ve tên organîzekirin bibin. Di serî de jin û ciwanên li Elmanyayê dijîn banga me li hemû şoreşgerên demokrat e ku hikûmeta qetlîamker a Tirkiyeyê protesto bikin û ji bo xwedîderketina li berxwedana li Kurdistanê beşdarî vê meşê bibin."