Projeya rantê ya AKP'ê ya li Sûrê aşkere bû
Têkildarî navçeya Amed Sûrê de, ku êrîşên dewletê yên ji bo qirkirinê lê didome, plana li ser veguherîna bajar û rezervên avahiyên nû derket holê.
Têkildarî navçeya Amed Sûrê de, ku êrîşên dewletê yên ji bo qirkirinê lê didome, plana li ser veguherîna bajar û rezervên avahiyên nû derket holê.
AKP a ku bi êrîşên giran Sûr veguherand xirbeyekî, têkildarî navçeyê projeyên rantê amade kir.
Têkildarî navçeya Amed Sûrê de, ku êrîşên dewletê yên ji bo qirkirinê lê didome, plana li ser veguherîna bajar û rezervên avahiyên nû derket holê.
Malbata nûçeyan a bi navê "Haberdar" ev plana AKP'ê aşkere kir: "Avahiyên heyî wê werin hilweşandin û yên nû werin çêkirin. Her wiha bi rezervên nû yên avahiyan re wê bi qasî hemû avahiyên li navçeyê, avahiyên nû werin plankirin. Plana xebatê ya sala 2015'an a ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve hat weşandin, van rezervan bi awayekî zelal radixe pêş çavan."
GAVA DESTPÊKÊ: HILWEŞÎN E!
Gava yekem a projeya Wezaretê hilweşandin e. Ev gava yekemîn jî balkêş e ku bi operasyonên ev du meh in dewam dikin, tê avêtin.