Hevdîtinên heyeta HDP-DBP ên bi rayedarên YE re didomin
Hevdîtinên Hevşaredarê Amedê Firat Anli, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Hatîce Çoban ên li Parlamenta Ewropayê dewam dikin.
Hevdîtinên Hevşaredarê Amedê Firat Anli, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Hatîce Çoban ên li Parlamenta Ewropayê dewam dikin.
Hevdîtinên Hevşaredarê Amedê Firat Anli, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Hatîce Çoban ên li Parlamenta Ewropayê dewam dikin. Heyetê duh bi Alîkariya Serokê Yekîtiya Ewropa (YE) û Nûnera Bilind a ji Têkiliyên Derve ya YE Berpirsyar Frederîca Mogherî û Komîserê ji Berfirehkirinê Berpirsyar Johannes Hahn re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de bal hat kişandin ser operasyonê hikûmeta AKP'ê yên ji bo tinekirinê li Bakurê Kurdistanê dimeşîne û hat ragihandin, ku zerara ev operasyon dide gel û bajarên Kurdan ji texmînan gelekî zêdetir e, lewma divê li dijî vê rewşê bi lezgînî hewldan bê kirin.
Di hevdîtinan de hat bibîr xistin ku bi mehan e qedexeya derketina derve heye û bi zanebûn û plankirî her roj mirov ên qetilkirin. Hat ragihandin, ku di hevdîtiann de bandora vê hovîtiyê li ser bajarên Kurdan û gelê Kurd hatiye nirxandin.