Operasyonên qirkirina siyasî didomin

Tevî operasyonên qirkirina fîzîkî, AKP operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Li Edene, Îzmîr û Wanê polîsan gelek kes kirin binçavan. Li Sêrtê jî endamên meclîsê yên şaredariyê Muzaffer Akan û Halîl Akan hatin girtin.

Tevî operasyonên qirkirina fîzîkî, AKP operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Li Edene, Îzmîr û Wanê polîsan gelek kes kirin binçavan. Li Sêrtê jî endamên meclîsê yên şaredariyê Muzaffer Akan û Halîl Akan hatin girtin. 

EDENE

Li taxên Daglioglu, Gulbahçe, Kuçukdîkîlî û Şakîrpaşa yên navçeya Seyhanê û li Taxa Anadolu ya navçeya Yuregîr ên Edenê, danê sibehê polîsan bi wesayîtên zirxî bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin û hate zanîn di nav de zarok jî hene. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Edenê. 

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî, polîs û tîmên taybet li navçeyên Yamanlar, Karabaglar, Konak, Bornova, Bayrakli û Menemenê bi ser malan de girtin. Hate zanîn ku heya niha kêmanî 7 kes bi hinceta ku tevlî çalakiyên protestoyê bûne hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Îzmîrê. 

SÊRT

Li Sêrtê jî endamên meclîsa şaredariyê Muzaffer Akan û Halîl Akan ên ku di rojên bihurî de hatibûn binçavkirin, piştî dozgeriyê derxistin dadgehê û bi îddiaya "alîkariya rêxistinê û hewandinê" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.

WAN

Li Taxa Akkopru ya navçeya Tuşba a Wanê jî di serdegirtina malan de ciwanên bi navê Emrah Aslan, Bedran Borak, Botan Bor û Vedat Gazîoglu hatin binçavkirin. Ciwanên ku sedema binçavkirinên wan nehat zanîn birin Miduriyeta Emniyetê ya Wanê. Li Taxa Fîdanlik a navçeya Artemêtanê jî polîs bi ser malekê de girt û welatiyê bi navê Arafat Nato hate binçavkirin. Hate zanîn welatî birine Miduriyeta Emniyetê ya Wanê.