Bi dehan saziyan ji bo çalakiya protestoyî ya li Berlînê bang kirin

Kurd û dostên wan xwe amade dikin civîna hevpar a rayedarên hikûmetên Elmanya û Tirkiyeyê, ku îro li paytext Berlînê pêk tê, şermezar bikin.

Kurd û dostên wan xwe amade dikin civîna hevpar a rayedarên hikûmetên Elmanya û Tirkiyeyê, ku îro li paytext Berlînê pêk tê, şermezar bikin. Bi dehan saziyan daxuyaniyeke hevpar weşandin û bang hemû beşên civakê kir, ku beşdarî xwepêşandana protestoyî bibin.

Rayedarên hikûmetên Elmanya û Tirkiyeyê, ji bo li ser mijara koçberiyê biaxivin wê îro saet di 12:00 de li avahiya Serokwezaretiyê ya li Berlînê li hev rûnên. Tê gotin di civînê de wê rewşa koçberên di ser Tirkiyeyê re derbasî Elmanyayê dibin, bê nirxandin. Saziyên demokratîk ên Kurd ên li Elmanyayê ji vê civînê nerazî ne. NAV-DEM, Meclîsa Jinê DESDAN, ABDEM û Yekîtiya Hêzê jî di nav de bi dehan saziyên Kurd, Tirkiyeyî û Elman daxuyaniyeke hevpar weşandin û bang li her kesî kirin, ku beşdarî xwepêşandana protestoyî bibin.

Di daxuyaniya Komîteya Amadekar a Meşê de rexne li hikûmeta Elmanya ya Federal hat kirin û hat gotin, "Hikûmeta darbeyê ya AKP'ê, ku Elmanya destekê dide, qirkirna spî li Kurdistanê bê pîvan didomîne. Desteka hikûmeta Merkel ji bo polîtîkayeke bi vî rengî ya faşîst, bêhtir cesaretê dide vê hikûmetê. Eger Merkel di vê polîtîkaya xwe de israr bike, ew ê jî li pêşberî dîrokê sûcdar were dîtin. Hikûmeta faşîst a AKP'ê ev 52 roj in li 9 bajar û 17 navçeyên Kurdistanê derketina derve qedexe kiriye, bi leşker, polîs û tîmên xwe yên taybet re ev qadên sivîlan dorpêç kiriye û bi panzer, roket, çekên herî modern û bi helîkopteran her der xera kiriye, şewitandiye, pitikên di zikê dayikê de qetil kiriye. Li van bajaran ev 52 roj in li ser 3,5 mîlyon mirovan ambargoya xwarinê heye, elektrîk, av, înternet, telefon hatine birîn û têkiliya van mirovan bi cîhanê re hatiye qutkirin. Hejmara mirovên sivîl ên heta niha ji aliyê sekvanên dewletê ve hatine qetilkirin, 200 derbas kiriye. Di nava van sivîlên hatine qetilkirin de 29 zarok, 40 jin û bi dehan extiyar hene."

'DIVÊ HER KES LI BERLÎNÊ BE'

Di daxuyaniya komîteyê de ev bang hat kirin: "Banga me li Elman û her kesên ne Elman ên li Elmanyayê dijîn ew e, ku ji bo protestokirina faşîzma AKP'ê ya xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê ya dixwaze dîktatoriya faşîst ava bike û hikûmeta Elman a destekê dide, ji bo xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê, saet di 11:00 de beşdarî meş û mîtînga me ya li ber Serokwezaretiyê bibin."

Saziyên amadekar ev in:

ABDEM, NAV-DEM-Berlîn, PYD-Berlîn, Kobanê- Solidaritatskomite Berlîn, Kurdistan-Solidaritatskomite Berlîn, AGIF, Atîf, Adhk, ARAB, Berlîner Montagsdemo, Courage, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Frauenrat DES-DAN Berlîn, DÎDF, DKP-Berlîn, Fîdef, FKÊ (Ezidische Foderation) HDK û HDP-Berlîn, Hände weg von Wedding, MLPD, NaO, Northeast-Antîfa, Radîkale Lînke Berlîn, REBELL, RKJ, Solidaritat-Internatîonal, Umweltgewerkschaft, Verband der Studierenden aus Kurdistan YXK, BO-Soziale Gerechtigkeit in LINKE/Spandau, Interventionistische Lînke,  Initiative in Gedenken an Oury Jalloh e.V.  , Queer Radical Wagen Platz Kanal, Iinternasonal Women Space