Seroka Kantona Baselê ya Partiya Sosyalîst Brîgîtte Hollînger diyar kir, ku li Tirkiyeyê sîstemeke dîktatoriyê bi awayekî fermî tinebe jî, Erdogan weke dîktatorekî tevdigere û destnîşan kir, ku Tirkiye bi awayekî vekirî li dijî gelê Kurd şer dike.
Seroka Kantona Baselê ya Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) Brîgîtte Hollînger, bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin ji ANF'ê re nirxand.
'MIRINA KURDAN NE JI BER KARESATEKE XWEZAYÎ YE'
Hollînger da xuyakirin, ku mirina îro yên li Kurdistanê ne ji ber karesaeteke xwezayî ne, ji ber şerekî navxweyî ye û anî ziman ku di çarçoveya hin polîtîkayên hatine diyarkirin de li dijî Kurdan şer tê meşandin.
Hollînger da zanîn, ku êrîşên dewletê yên li hemberî navçeyên xwerêveberî lê hatine ragihand, rewşeke gelekî giran e û bibîr xist, ku di herikîna dîrokê de gelek tişt bi serê Kurdan hatine.
'TIRKIYE LI DIJÎ GELÊ XWE ŞER DIKE'
Hollînger got, "Eger gelek li welatê lê dimîne bi awayekî azad û wekhev najî, ji hin mafan bêpar tê hiştin û ji rêveberan hurmetê nabîne, rewşeke xwezayî ye ku hewl bide sîstema xwe bi xwe ava bike" û diyar kir, ku Tirkiye îro li dijî gelê xwe şer dike.
Hollînger bal kişand ser sîstema li Swîsreyê û anî ziman ku mirovên cihêreng ên li Swîsreyê dijîn xwedî mafên wekhev in. Hollînger destnîşan kir ku qebûlkirina cihêrengiya li nava welatê xwe, baweriya ji welat zêde dike û got, "Eger Kurd jî li welatê lê ne mîna gelên din xwedî mafên wekhev bûna, dibe ku ev pirsgirêk qet rû nedabûya û Kurdan îro sîstema xwe nexwestina." Hollînger diyar kir ku Kurd ji ber zexta li welatên lê dijîn tê kirin, li rê û rêbazeke rizgariyê digerin.
'ERDOGAN MÎNA DÎKTATOREKÎ TEVDIGERE'
Hollînger ragihand, ku li Tirkiyeyê sîstemeke dîktatoriyê bi awayekî tinebe jî, Erdogan mîna dîktatorekî welêt bi rê ve dibe û got, "Erdogan daxwazên gelê xwe ji nedîtî ve tê. Li welêt zexteke giran li çapemeniyê tê kirin. Gelek saziyan dixe bin kontrola xwe. Erdogan bi pêkanînên xwe re welêt ber bi rejîmeke dîktatoriyê ve dibe. Bi rastî jî zehmet e mirov siyaseta Erdogan fêm bikin. Li dijî gelek welatan û li hemberî gelê xwe şer dike yan jî dixwaze şer bike. Bi kar û pêkanînên xwe re mirov dikarin bêjin ku Erdogan dixwaze sîstema xwe ava bike."
'KURDÊN LI SWÎSREYÊ DIJÎN BI FIKAR IN'
Hollînger da xuyakirin, ku Kurd û demokratên li Swîsreyê dijîn ji ber şerê li Kurdistanê bi fikar in û axaftina xwe wiha dewam kir: "Weke Partiya Sosyalîst em qewimînên li Kurdistanê ji nêz ve dişopînin. Ji bo şerê diqewime bi dawî bikin, em di nava hewldanan de ne. Li Kantona me Baselê 6 hezar, li gelemperiya Swîsreyê jî 70 hezar Kurd dijîn. Ev mirov ji ber qewimînên li Tirkiyeyê bi fikar in. Xizm an jî hevalên gelek ji van mirovan li herêmên şer dijîn. Em daxwazên van mirovan weke partî dibînin û dinirxînin."
'WEKE PARTÎ BALA ME LI SER MIJARÊ YE'
Hollînger anî ziman ku weke Partiya Sosyalîst wan çend roj berê, bûyerên li Kurdistanê diqewimin xistin rojeva Parlamenta Kantona Baselê û diyar kir, ku bi taybetî parlamenterê wan ê Kurd Mûstafa Atici mijarê ji nêz ve dişopîne û her gavê dixe rojeva partiya wan. Hollînger da zanîn ku ew dixwazin Meclîsa Federal a Swîsreyê li hemberî bûyerên li Kurdistanê diqewimin bixin nava tevgerê û ragihand, ku ew ê di rojên pêş de bi komên cuda yên li Ewropayê re vê mijarê bînin rojevê.
'GIRÎNG E SWÎSRE BIKEVE NAVA TEVGERÊ'
Hollînger bêdengiya li Swîsreyê ya li pêşberî van qewimînan rexne kir û destnîşan kir, ku divê Swîsre tavilê bi Tirkiyeyê re bikeve nava tevgerê û ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi berpirsyarî tevbigere. Hollînger bibîr xist, ku Swîsreyê li gelek deveran navbeynkarî kiriye û diyar kir, ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêkhatina aştiyê, divê bi lezgînî bikeve nava tevgerê.
Hollînger da xuyakirin, ku divê Swîsre li pêşberî pirsgirêkan êdî helwesta xwe ya bêalî biterikîne û got, ku ev helwesta bêalî gelek caran dike ku Swîsre mafên mirovan ên bingehîn nebîne.
'PÊWÎST E SWÎSRE ÇEKAN BES BIFIROŞE'
Hollînger bazirganiya çekan a Swîsreyê jî rexne kir û destnîşan kir, ku firotina çekan ji gelek welatan re bi taybetî ji Tirkiye û Erebîstana Siûdî re nayê qebûlkirin. Hollînger bibîr xist, ku ev çekên ji aliyê Swîsreyê ve tên firotin, pêkane ku li gelek cihan li dijî gel tên bikaranîn û ji her kesî xwest ku nerazîbûn nîşanî vê bazirganiya çekan a Swîsreyê bidin. Hollînger her wiha destnîşan kir ku divê Ewropa jî berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re deyne aliyekî û di çareseriya pirsgirêka Kurd re bi berpirsyarî rabe.