Ji zanîngeh û dibistanên bilind ên li Elmanyayê 1.128 akademîsyenan destek dan 1.128 akademîsyenên li Tirkiyeyê ji ber daxwaza aştiyê rastî lîncê hatin.
Li ser banga Prof. Dr. Chrîstîne Hûth-Hîldebrandt û Prof. Dr. Gazî Çaglar ên mora xwe anîn binê danezana Akademîsyenên ji bo Aştiyê, kampanya îmzeyan hat destpêkirin.
Bi vê kampanyayê re hat xwestin, ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin û bang li Tirkiyeyê hat kirin, ku dawî li zextên xwe yên li akademîsyenan, bîne.
Di danezanê de hat gotin, "Weke akademîsyenên ji zanîngeh û dibistanên bilind ên Elmanyayê, em ji qewimînên li Tirkiyeyê bi tirs û fikar in, ku bajarên Kurdan veguheriye yên mîna Sûriyeyê û ji niha ve rê li ber kuştina gelek sivîlan vekiriye."
Akademîsyenên Elman diyar kirin ku ew destekê didin banga Akademîsyenên ji bo Aştiyê.
Akademîsyenan bang li hikûmeta Elmanya û Yekîtiya Ewropayê kirin û gotin, "Di her firsendê de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane bixebitin, li dijî zextan helwesteke zelal nîşan bidin, ji bo azadiya nêrîna zanistî û mûxalefeta siyasî bixebitin, li pêşberî zexta li akademîsyenan tên kirin bêdeng nemînin û şermezar bikin."