Tevî operasyonên qirkirina fîzîkî, AKP operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî li dijî gelê Kurd û hêzên demokratîk didomîne. Di serdegirtinan de herî kêm 33 kes hatin binçavkirin, 1 jê zarok 7 kes hatin girtin.
STENBOL
Danê sibehê polîsan di serî de li Esenyurt û Kagithane li gelek navçeyan bi awayek hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Hesapgirê Navenda Giştî ya HDP'ê jî di nav de kêmanî 30 kes hatin binçavkirin. Kesên ku bi îddiaya "endamê rêxistinê ne" hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
Ji 30 kesan navê 22 kesan ev in:
Mîrhan Avci, Menderes Koç, Ganî Onel, Berat Anli, Suphî Saribulak, Burhaneddîn Buduş, Nakî Engîn, Zennure Ozdemîr, Osman Nurî Uymaz, Merderes Kaya, Îzzet Yaman, Bîlal Algunerhan, Cuma Yaşar, Huseyîn Gok, Yavuz Dursun, Eşref Atalmiş, Zekî Çelîk, Erdal Fîdan, Goksel Mercan, Hasan Çaplik, Omer Aşkara, Mehmet Gokçe.
KOCAELÎ
Li Kocaeliyê, 6 xwendekarên endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên hefetya derbasbûyî hatin binçavkirin û dûre hatin berdan, danê vê sibehê careke din di serdegirtinan de hatin binçavkirin. Her şeş xwendekar bi îdîaya 'endametiya rêxixtinê' hatin girtin û dadgehê ew şandin Girtîgehên Kandira û Gebze. Navên xwendekarên hatine binçavkirin bi vî rengî ye: Bînalî Alankûş, Rûken Farîsoglû, Leyla Dîrekçî, Reşat Kaynak, Çagdaş Ersû û Elîf Tûgra.
WAN
Di navçeya Îpekyolû ya Wanê, polîsan danê sibehê avêtin ser du navnîşanên li taxa Sixkê. Di serdegirtinan de ciwanên bi navê Yilmaz Ocal û Vedat Bazar ahtin binçavkirin. Ciwan birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Wanê.
COLEMÊRG
Tîmên tevgera taybet ên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li taxa Gazî ya Colemêrgê. Bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" welatiya bi navê Vasfiye Koyûn girt binçavan û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Colemêrgê.
ÎZMÎR
Ji 7 kesên ku li navçeyên Yamanlar, Karabaglar, Konak, Bornova, Bayrakli û Menemenê yên Îzmîrê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, yek ji wan zarok 3 kes piştî karên emniyetê sewqî dadagehê hatin kirin. Li dozgeriyê 2 kes piştî îfadeyan serbest hatin berdan, zarokê ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin jî ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Karê 4 welatiyên din ên sewqî dozgeriyê hate kirin jî berdewam dike.