Li Kaniya Xezalan, çete di bin 'kontrola' leşker û polîsan de dixebitin

Rêxistinên çete yên bûne belayê serê gelên Sûriyeyê, li navçeya Riha Kaniya Xezalan, di bin navê navenda tenduristiyê de nexweşxane, cihên kar ên weke dowîz û emlaqê vedikin û li van cihan bi awayekî vekirî dixebitin.

Rêxistinên çete yên bûne belayê serê gelên Sûriyeyê, li navçeya Riha Kaniya Xezalan, di bin navê navenda tenduristiyê de nexweşxane, cihên kar ên weke dowîz û emlaqê vedikin û li van cihan bi awayekî vekirî dixebitin. Ji şêniyên Kaniya Xezalan kesê bi navê Kadîr S. diyar kir, ku çete li van navendên ku di bin navên cuda yên kar de hatine vekirin, xebatên rêxistinkirinê dimeşînin û ragihand, ku haya polîs û leşkerên Tirk ji vî karî heye.

Desthilatdariya AKP'ê, desteka xwe ya ji bo çeteyên dijminê mirovahiyê ji her alî ve didomîne. Piştî ku Girê Spî ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hat rizgarkirin, dewleta Tirk deriyê sînor ê Kaniya Xezalan (Akçakale) di cih de girt. Çeteyên DAIŞ'ê yên ji Girê Spî derbasî Kaniya Xezalan bûn, xebatên xwe yên li vê navçeyê, bi awayekî çalak didomînin. Çete ji bo li Kaniya Xezalan neyên naskirin, îmaja xwe ya fîzîkî guhertin, riya xwe jê kirin û bi rehetî ji xwe re digerin. Tevî vê guhertina îmaja fîzîkî jî gelê herêmê bi rehetî wan teşxîs dike. Ji ber ku piraniya şêniyên navçeyê Ereb e û gel bi Erebî diaxive, çete bi hêsanî tevdigerin.

'ÇETEYÊN JI HATAYÊ HATIN KANIYA XEZALAN, KARÊ RÊXISTINKIRINÊ DIMEŞÎNIN'

Endamên çete yên li Kaniya Xezalan, ji ber hevkariya bi saziyên AKP û dewletê, di ser Hatayê re rojane tên navçeyê û diçin. Gelê herêmê ji me re ragihand, ku wesayîtên luks ên camên wan tarî û bi plaqeya 31 in, yên çeteyan e û di bi navê belavkirina alîkariyê de bi van wesayîtan re tên navçeyê û diçin. Ji şêniyên Kaniya Xezalan Kadîr S. diyar kir ku çete bi komên ji 8-10 kesan bi 3-4n wesayîtan timî tên navçeyê û anî ziman ku ev komên çete li malên tên kirêkirin, civînan lidar dixin.

Kadîr S. da xuyakirin, ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn, malên ji aliyê çteyan ve hatine kirêkirin li Taax Hurriyetê ne û got, "Li vê derê ne tenê çeteyên DAIŞ'ê, her wiha çeteyên El Nûsra, Ahrar û Şam û Artêşa Azad jî hene. Li vir gelekî bi hêsanî ji xwe re digerin. Weke şêniyên vî bajarî em bi fikar in, lê kesek nikare tiştekî bêje. Em nizanin wê kengî çi bikin. Gelekî li hev dicivin. Ji derve (Hatay) gelek tên. Min xaniyê xwe bi kirê daye kesekî ji Sûriyeyê. Lê min qet nedît ku alîkarî dane wan. Diçin hin malên diyar. Dema ew tên, yên li taxên din jî dimînin, ew jî diçin heman malê. Xuya ye li malan civînan lidar dixin. Ji ber ku alîkariyeke ku belav dike nîne. Her kes bi destvala ji van malan derdikevin. Bi destvala dikevin nava van xaniyan û bi destvala jê derdikevin."

LI KANIYA XEZALAN 'NEXWEŞXANE' JÎ VEKIRIN E

Kadîr S. diyar kir ku çeteyan li Kaniya Xezalan nexweşxane jî vekirine û herî zêde endamên çete vê nexweşxaneyê bi kar tînin. Kadîr S. got, "Nexweşxaneya wan jî heye. Hemû karên wan di nava vê nexweşxaneyê de bi rê ve diçin. Yên ku di şerê li Sûriyeyê de birîndar bûne û birîna wan ne zêde giran e, ji Hatayê tînin vê derê. Yên ji derve tên yekser diçin vê nexweşxaneyê. Dema ew tên jî, ji gelek aliyan ve gelek kes dikevin hundirê nexweşxaneyê. Êdî çi organîze dikin, wê nizanim. Lê diyar e ku civînan pêk tînin û hin planan çêdikin. Li Kaniya Xezlalan, çi dixwazin wê dikin. Ji ber ku bi hêsanî karê xwe dimeşînin, ti êrîşê nakin."

'BI VEKIRINA CIHÊN KAR ÊN DOWÎZ Û EMLAQÊ RE KARÊ RÊXISTINÎ DIMEŞÎNIN'

Kadîr S. ragihand ku bi sedan kesên ji Sûriyeyê derbasî Kaniya Xezalan bûne xwedî cihê kar in û anî ziman ku çete ji buroya dowîzê heta gelek beşên kar ên weke emlaqê, ji xwe re cihê kar vekirine. Kadîr S. da zanîn ku li van cihan xebatên rêxistinî tên meşandin û got, "Her kes vê dibîne. Bi awayekî vekirî vê dikin. Lê belê ti kes tiştekî nake. Gelê navçeyê ditirse. Emniyet, MÎT jî bi vê dizanin. Bi me şêniyên navçeyê re kar nakin. Bi tenê bi derdora xwe re dixebitin. Mal û kargehên li navçeya me kirê kirine, veguherandine malên hucreyê. Navnîşana van hemûyan li cem polîs û leşkeran heye."

'LI WARGEHA JI KONAN A LI KANIYA XEZALAN HEM FÛHÛŞ TÊ KIRIN'

Li gorî vegotinên şêniyên Kaniya Xezalan, hêzên ewlekariyê yên Tirk gelek derfetan didin çeteyan, lewma çete bi hêsanî li navçeyê digerin. Kadîr S. anî ziman ku li wargeha ji konana a bi navê 'Tesîsên Bicihbûnê yên Suleyman Şah' a li Kaniya Xezalan, bazirganî li ser jinan tê kirin û diyar kir ku li vê derê sektora fûhûşê ji aliyê çeteyan ve tê birêvebirin.

Kadîr S. diyar kir ku her şevê bi wesayîtên luks jin ji wargeha ji konan ji bo fûhûşê tên birin û piştre jin li vê wargehê tên vegerandin.

...