ROJANE
Hemû Nûçe
-
Encamnameya 1. Konferansa Asayî ya HDK'ê hat ragihandin
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), encamnameya 1. Konferansa Asayî ya di 16'ê Çileya 2016'an de li Enqereyê lidar xist, aşkere kir. -
Desteka ji bo Dundar û Gul bû sedema dûrxistina ji dibistanê
Xwendekara Beşa Endezyariya Çerm Emîne Akbaba ya ku ji bo destekkirina rojnamevanên girtî Dundar û Gul rojnameya dîwar li panoya Fakulteya Zanîngeha Egeyê daliqand, ji bo mehekê ji dibistanê hat dûrxistin. -
Êrîşên dewleta Tirk li Hagen û Amsterdamê hatin protestokirin
Li bajarê Elmanya Hagenê, greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li Dergaha Elewiyan hat lidarxistin, bi dawî bû. Greva birçîbûnê ya li bajarê Hollanda Amsterdamê jî dewam dike. -
'Desthilatdairya AKP'ê bi qumareke dişibe ya Enver Paşa dilîze'
Rojnamevan-nivîskar Faîk Bûlût diyar kir ku polîtîkayên çavsor û maceraperest ên AKP'ê yên li Rojhilata Navîn bi ser neket, lewma mîna qumara Enver Paşa ya li Kafkasya û Asya Navîn, dest bi lîstika qumarê kiriye. -
Li dora maseya li Îmraliyê, Ocalan û dewlet li ser çi axivîn...-Amed Dîcle
Di Çileya 2013'an de çûyîna Heyeta DBP'ê ji bo Îmraliyê û hevdîtina bi Ocalan re nîşan dida ku dema weke 'pêvajoya çareseriyê' dihat pênasekirin ji raya giştî de dihat vekirin û derbasî qonaxeke nû dibû... -
Li Elmanya û Awûstûryayê çalakiyên li dijî AKP'ê dewam dikin
Kurd, Elewî û dostên wan ên li Elmanya û Awûstûryayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk didomînin. -
Ji saziyên Kurd banga 'çareseriya demokratîk a lezgîn'
Saziyên Kurd ên li Stenbolê, hişyariya şerê navxweyî dan û ji bo çareseriya demokratîk bangek lezgîn kirin. -
Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin! -Selahattîn Erdem
Çendî qetlîam û terora AKP’ê ya faşîst zêde dibe, vîna berxwedanê ya gelê Kurd jî bi hêz û xurttir dibe. Ev rewş xwe di slogana "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" de derdikeve holê. -
Kurdan û Parlamenterên Rûs terora AKP'ê şermezar kirin
Terora AKP'ê ya li Kurdistanê, ji aliyê Kurdên li Moskowayê dijîn û parlamenterên Rûs ve hat şermezarkirin. Parlamenterê Rûsya Dadwer Zakharov got, "Divê AKP vîna gelê Kurd nas bike. Bi polîtîkaya înkarkirinê re Tirkiye tiştekî bi dest naxe." -
Piştgiriyeke din a ji bo akademîsyenan ji Misilmanan hat
Kongreya Îslama Demokratîk, ji bo destekkirina akademîsyenan û têkoşîna aştiyê, dest bi kampanya îmzeyan kir. Hevberdevka kongreyê Huda Kaya got, "Di vê demê de pêwîstiya me herî zêde bi bilindkirina dengê ji bo aştî û azadiyê heye." -
Li Kîlîsê teqîn: 2 mirî
Li gorî rayedarên dewleta Tirk, di teqînê de 2 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn. -
Raportorên Tirkiyeyê yên MPKE banga sekinandina êrîşan li Tirkiyeyê kirin
Raporên Tirkiyeyê yên MPKE diyar kirin, ku şerê li Kurdistanê gihaştiye radeyeke ku nema dikare bê qebûlkirin û banga "agirbesta dualî û vegera li hevdîtinên aştiyê" li aliyan kirin. -
Ciwan wê bi 'Çareserî li cih e' re xwerêveberiyê vebêjin
Li Stenbolê, ji bo xwerêveberî ji rojavayê Tirkiyeyê re bê vegotin, ciwanan însiyatîfa 'Çareserî li cih e' ava kirin. Însiyatîf wê di nava vê hefteyê de bi daxuyaniyekê were ragihandin. -
Banga Sendîkaya Hîndekariya Bilind a Brîtanyayê: Şîdetê biqedînin
Sendîkaya Xebatkarên Kolej û Zanîngehê ya Brîtanyayê (UCU), ku weke mezintirîn sendîkaya Hîndekariya Bilind a Cîhanê tê naskirin, nameyek ji Sefîrê Bilind ê dewleta Tirk ê li Londonê renivîsand û xwest, şîdeta li herêma Kurdan tavilê biqedînin. -
Dînk li Brukselê hat bîranîn
Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di salvegera qetilkirinê de li paytexta Belçîka Brukselê ji aliyê saziyên Ermen û Kurd hat bibîranîn. -
Li Stenbolê 11 ciwan hatin binçavkirin
Li Stenbolê, di serdegirtina malan de 11 ciwanên tê gotin endamên DEM-GENÇ'ê de hatin binçavkirin. -
Akademîsyenên Brîtanyayî ji dewleta Tirk re gotin: Bes Kurdan qetil bike
Zanîngehên Oxford, Cambridge, London School of Economics (LSE), SOAS û Zanîngeha Londonê jî di nav de 565 akademîsyenên ji zanîngehên li Brîtanyayê, danezanek weşandin û destek dan Koma Akademîsyenên ji bo Aştiyê. -
Demîrtaş: Cenaze hînê li erdê ne, gelo wê peymana civakî çawa bê çêkirin?
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir, ku pêwîstiya rejîmê bi guhertina demokratîk heye û got, "Lê belê cenaze hînê li erdê ye, gelo di rewşeke bi vî rengî wê peymana civakî çawa bê çêkirin?" -
Ambûlansa Şaredariyê nikarî xwe bigihîne Huseyîn ê 16 salî yê birîndar
Ambûlansa Şaredariya Cizîrê, ku ji bo rakirina Huseyîn Paksoy ê berî 3 rojan birîndar bû ket nava taxê, Paksoy nedît û ji ber êrîşan nikarîbû bi têrkerî lê bigere, lewma vegeriya. -
Yuksekdag: HDP hêza damezrîner a guhertina rejîmê ye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di axaftina xwe ya li konferansa giştî ya partiya xwe de diyar kir, ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi guhertina rejîmê heye û got, "HDP bi hêzên di nava xwe de, hêza damezrîner a Komara Tirkiyeyê ye." -
'Kurdan bi serê xwe ev bêçaretiya sedsalî ji holê rakirin'
Pisporê Îslamê û Rojhilata Navîn ê Swîsreyî Reînkowskî destnîşan kir, ku Kurdan bêyî hevalbendekî, bi tena serê xwe ev bêçaretiya sedsalî li ser wan dihat ferzkirin, ji holê rakirine. -
Destekeke din a ji bo akademîsyenan ji wênevanan hat
Akademîsyenên ji bo Aştiyê ya li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê bi gotina 'em ê nebin şirîkê vî sûcî' danezanek weşandin û bûn hedefa dewletê, ji wênevanan jî destek dîtin. -
Alîkarê Serokê PE: Tirkiye di nava krîzeke mezin de ye
Parlamenterê FDP'ê Alexander Graf Lambsdorff diyar kir, ku ji ber binpêkirinên mafên mirovan û komkujiyên li Kurdistanê, muzakereyên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re tên meşandin, di asteke zehmet de ne. -
Çetîn: Zîhniyeta ku Hrant Dînk qetil kir, li ser kar e
Di 9. salvegera qetilkirina Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk de, parêzera malbata Dînk Fethiye Çetîn ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku zîhniyeta DAIŞ qetil kir, hînê li ser kar e. -
Li Hambûrgê ciwan ber bi Sefaretxaneya Tirk meşiyan
Li Hambûrgê di pêşengiya Ciwanên Azad de bi dirûşma, “Bêdenbûyin Pejirandin e! Em Dengê Xwe Bilind Bikin!” ve meş hat lidarxistin.