Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin! -Selahattîn Erdem
Çendî qetlîam û terora AKP’ê ya faşîst zêde dibe, vîna berxwedanê ya gelê Kurd jî bi hêz û xurttir dibe. Ev rewş xwe di slogana "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" de derdikeve holê.
Çendî qetlîam û terora AKP’ê ya faşîst zêde dibe, vîna berxwedanê ya gelê Kurd jî bi hêz û xurttir dibe. Ev rewş xwe di slogana "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" de derdikeve holê.
Çendî qetlîam û terora AKP’ê ya faşîst zêde dibe, vîna berxwedanê ya gelê Kurd jî bi hêz û xurttir dibe. Ev rewş xwe di slogana "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" de derdikeve holê. Her roja ku diçe hêza serketin û berxwedaniya ciwan û jinên Kurd hê bêtir pêş dikeve. Em vê rewşê di berxwedana Cizir û Sûrê de dibînin. Her ku diçe li gelek bajar û bajarokên Kurdan de, berxwedana xwerêveberiyên demokratîk ên xweser belavî her derê dibin û di kolanên Kurdan de şiyara "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" bilind dibe.
Li diji zilma AKP'ê, berxwedana ku gelê Kurd ji bo azadiyê nîşan dide bê mînak e. Li dijî qedexeya derketina derve ya nava Sûrê ku di heman demê de Amed bi xwe ye, berxwedana azadiyê meh û nîvek li pey xwe hişt. Li Silopiya û Cizîrê jî mehek derbas kir. Êrîşên ku faşîzma AKP'ê di bin navê "Qedexeyên derketina derve" de dimeşîne; li ser bingehê qetlîam, koçkirin û qirkirinê ye. Celadên AKP'ê yên bi rûyên reş, bi tank û topan êrîşê gelê Kurd ê sivîl dikin. Mirovan tî û birçî dihêlin, dixwazin bi qetliamên mezin gel bitirsînin. Zarokên di zikê diya xwe de, zarokên li kolanan, kal û pîrên ku di hewşa xwe de û jinên kû li mala xwe dinêrin dikûjin. Mal û Taxên gel dişewîtînin û xera dikin. Dixwazin ku gelê kurd ji bajar û bajarokên xwe werin derxistin û koçkirin.
Teror û zexta ku faşîzma AKP'ê li ser gelê Kurd dimeşîne bê mînak in. Li beramberê vê berxwedana Kurdan jî qehremaniyek bê hempa ye. Tevî ku tî û birçî tê hiştin jî, welatparêzên kurd mal û taxên xwe bernadin. Li ber çavên wan dayik û mirovên wan têne kuştin, lê zarok û ciwanên kurd ji derveyî têkoşîna li diji faşîzmê ti rêyeke din nafikrin. Dayik û bavên Kurd, êdî li ser zarokên xwe yên hatine kuştin nagîrin, berevajî vê, sloganên azadiyê berz dikin û li dijî AKP'ê hêrs û nefreta xwe tînin ziman.
Kurd, li hemberî êş û azaran li ber xwe dide, zoriyan têk dibin û êdî dizane astengan wê çavan derbas bike. Lewma bawer dike ku ev şerê hebûn û azadiyê, dikare bi tenê li ser vî esasê qezenç bike. Li diji êrîşên AKP'ê yên hov û bêmaf, berxwedaniyek bi hêz û vîna serketinê derxistiye holê. Li dijî ewqas êrîşên hovan e, xwîn û qetlîaman, tevî qirkirinê jî, başe gelê kurd hêzeke wisa ya berxwedanê û vîneke bêhempa ji ku derê digire?
Aşkere ye ku vê hêza xwe ji ber di vê cîhanê de têkoşîna herî bi heq, azadî û demokrasiyê dimeşîne digire. Îro qasî têkoşîna Kurdan ya azadayî mafdar, bi nirxên mirovahiyê re girêdayî û têkoşînek meşrû tine ye. Kurd, li diji qirkirinê têkoşînê dikin. Her roj Serokkomarê Tirk Tayyib Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû di TV’yan de dibêjin;
"Pirsgirêka Kurd tine ye". Ev gotin di esasê xwe de tê wateya "Gelê Kurd tine ye". Car bi car bikaranîna "Wwelatiyên me yên Kurd" divê ti kesê nede şaş kirin. Ev gotin tên wateya, Kurd weke kes hene, lê wekî gelekê Kurd tine ye.
Erdogan û Davûtoglû ji ber ku hebûna Kurdan weke gel qebûl nakin,mafên wan yên siyasi û demokratik jî nadin, yên ku doza van mafan bike jî,weke "Xayîn û Terorist" binav dikin.Yên ku behsa mafan bikin,ji kuştinê bigrin heya dijmin dibînin, bi rêbazên qirkirinê êrîş dikin û dixwazin herkesê ji holê rabikin.Li pişt êrîşên li diji gelê kurd yên Erdogan û Davûtoglû; zihniyetek faşîst, şoven, nijadperest û tevkûjer heye.Jiber vê sedemê binavkirina AKPê weke "Partiyek Ol perest" şaş e. AKP partiyeke sivîl a faşîst ku li gori xeta faşîzma 12'ê îlonê hatiye avakirin e. Ji xwe bi hemû hêza xwe ji bo rejima 12'ê îlonê restore bike dixebitin.
Tevî ku Kurd xwediyê dozeke bi heq û mafdarin, rêbazên rast jî ji xwe re esas digrin. Tevî zehmetiyan jî, li gorî berê di şerê berxwedanê de kêm xeta hatine kirin û her çiqas giran be jî, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de, çareseriyek aştiyane û siyasi diparêzin. Her wiha ji sedî 90'ê gelê Kurd, yê ku ev xeta teorîk pêşxistiye û bi sebrek mezin heya niha rêvebiriye Rêber Abdullah Ocalan, bi baweriyek tam destek dike.
Tişta ku Kurdan li dij zilma AKP'ê ewqasî berxwedêr dike, li gel heqîqeta doza wan, bi rê û rêbazên ku di rastiya wan de mafdarin, her tim bawerkirine. Gelê Kurd, di bin pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi sebrek mezin ji bo çareseriyek demokratîk û aştiyane xebat dike, lê Tayyip Erdoganê dekbaz pêvajoya çareseriyê xera kiriye. Gelê Kurd baş dizane ku yên ji destpêka meha Nîsana 2015'an li ser masê reviyan û pêvajoya çareseriyê xera kirin Tayyip Erdogan û AKP ye.
Dîsa gelê Kurd baş dizane ku yên bi êrîşên 24'ê Tîrmehê re şer da destpêkirin û bi israr berdewam dike Tayyip Erdogan û AKP ye. Di belgeya "Planê Têkşikandinê"de jî bi aşkere tê dîtin ku; AKP'ê êrîşên niha yên qirkirinê, di sala 2014'an meha Îlonê de amade kiriye. Yanî dema DAIŞ'ê planên êrîşkirina Kobanê dikir de amade kirin e.
Derket holê ku eger DAIŞ di êrîşên Kobanê de bi serketiban, wê AKP jî li ser "Planê Têkşikandinê" dest bi êrîşê kiriban!
Eger ev êrîş û plan serneketibin û AKPê jî, ji 24'ê Tîrmeha 2014'an heya niha êrîşên qirkirinê dabe destpêkirin, bêguman ji ber berxwedana gelê Kurd nekarîne pêk bînin. AKP ya ku di 7'ê Hezîranê de winda kir û ji desthilatdariyê ket, li ser bingehê êrîşên 24'ê Tîrmehê û di 1'ê Mijdarê de jî bi darbeyek sivîl a faşîst desthilatdarî xesp kirin û
planê qirkirina gelê Kurd û tesfiyekirina tevgera azadiya kurd xistin dewrê.
Bi kurtasî, yên ku êrîş dikin, qirkirinê dikin û dikujin Tayyip Erdogan û hikûmeta AKP ye. Li dijî vê jî, yên ku li ber xwe didin, hebûna xwe diparêzin û dixwazin azadiya xwe qezenç bikin gelê Kurd e. Ji derveyî berxwedanê rê nemaye û ji ber ku gelê Kurd jî vê yekê baş dizane, bawer dike û dibêje; Em ê heya dawî li ber xwe bidin û bi berxwedanê serketinê qezenç bikin.
Di vê mijarê de helwesta jinên Kurd gelek girîng û hêjayê gotinê ye. Tevî gelek zehmetî û zextan, zilm, xwîn û qetlîamên ku dijîn jî, di her fersendê de cardin behsa aştî û biratiyê dikin. Li pêşberê qemereyan bi rûyeke ken nîşaneyên serketinê dikarin bikin. Li gel zarokên xwe cîhên herî ewle, xendekan dikolin û bi hev re çeperan amade dikin. Pir aşkere diyar dibe ku gelê kurd, qezençkirina bi berxwedanê re bawer kiriye û xwe li gorî vê yekê amade kirine. Ev jî nîşan dide ku, berxwedana rêveberiyên xweser wê serketinê bidestbixin.
Gelê Kurd û jinên Kurd di nava vê berxwedanê de pir zelal dîtin ku jiyana berê sexte ye û di nava xwe de koletiyê dihewîn e. Lewma ji ber vê rewşê ti kes zêde ne aciz in. Ji ber ku her kes serwext bûye; Êdî bi vê jiyanê re hebûn û azadî ne pêkane. Tenê bi vê jiyanê re dikare bibin kole,serê xwe bitewîne û itiat bikin. Lewra tê wateyê parastina jiyanek wiha tine ye.
A rast jiyanek azad ya civakî, wê di nava berxwedanê de û bi serketina vê berxwedanê re ji nû de şîn bibe. Li ser van xirbeyan, jiyan wê ji nû ve were avakirin. Ji ber vê sedemê, bêguman zehmetiyên mezin hene û şahadetên ku têne jiyîn mirov gelek diêşîne. Malên ku ji tinetiyê hatine avakirin têne xerakirin û di nava sermayê de birçî mayîn ji mirov re zor tê. Lê divê neyê jibîrkirin ku ev berxwedan û fedekarî ji bo avakirina jiyanek azad a nû ye.
Diyare ku eger wê hebe, ew jî jiyanek azad, wê li ser zafera berxwedanên Cizîra Nû, Sûra Nû were avakirin. Jiyana komunal a demokratîk û neteweya demokratîk wê bi vî rengî pêk werin. Ji bo vê jî divê faşîzma AKP'ê winda bike û berxwedana rêveberiyên xweser zaferê bidestbixin. Aşkere ye ku wê Kurd bi berxwedanê qezenç bikin û bi serketinê re jî, wê jiyana azad û demokratik ji nû ve ava bikin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA